Şandeya Tevgera Azadî bi Emar Hekîm re civiya
Şandeya Tevgera Azadî di çarçoveya serdanên xwe de yên bi aliyên siyasî yên bi bandor ên Iraqê, bi Emar Hekîm re civiya.
Şandeya Tevgera Azadî di çarçoveya serdanên xwe de yên bi aliyên siyasî yên bi bandor ên Iraqê, bi Emar Hekîm re civiya.
Şandeya Tevgera Azadî bi serokatiya hevserokê Tevgera Azadî û endamên Desteya Hevserokatî Ronak Mecîd, Nerîman Ehmed û endama parlementa Iraqê yê Tevgera Azadî Yusra Receb ev 3 rojin ku bi mebesta hevdîtina bi aliyên siyasî yên Iraqê li Bexda ne.
Piştî ku şandeya Tevgera Azadî roja 11’ê Sibatê ji aliyê Serokê Girseya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ve hat pêşwazîkirin, doh heman şande bi Serokê Tevgera Hîkme ya parlementa Iraqê Emar Hekîm re civiya.
Şandeya Tevgera Azadî li baregeha taybet ê Emar Hekîm a li Bexdayê hate pêşwazîkirin û bi rengekî dostane gotûbêjekî berfireh pêkanîn.
Di derbarê civînê de endamê şandeyê Nerîman Ehmed ji ajansa me reaxivî û got: "Di civîna me ya bi Emar Hekîm re, me li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, têkilî û nakokiyên di navbera Herêm û Bexdayê de gotûbêj kir û me bal kişand li ser rêyên çareseriyê."
Ehmed her wiha got: "Beşek din a civînê taybet ji bo gotûbêjkirina hilbijartinên pêşerojê yên Iraqê, avakirina têkiliyekî bi hêz û pêşxistina hevahengiyek di navbera her du hêzan, çi di aliyê siyasî de û çi jî di aliyê hilbijartinan de dibe."
Nerîman Ehmed di dewama axaftina xwe de ragihand ku beşekî din ê civîna wan taybet di derbarê destdirêjî û destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê bû, her wiha her du alî jî hevahengî û hevkariya eşkere yê PDK’ê ya bi dewleta Tirkiyê şermezarkirin.
Ehmed qala mijareke din a civînê kir û diyar kir ku wan li ser çareseriya nakokiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê, her wiha derbarê çareseriya navçeyên bi nakok nîqaş kirine.
Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên her du alî wiha bû ku zagon dikare bibe bersiv ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan. Di heman demê de her du alî kêyfxweşiya xwe ji bo têkilî û civînên bi vî rengî anîn ziman û soz dan ku wê têkiliyên xwe bidomînin."