Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana Girtîgeha Bakirkoyê kir

Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana girtiyên siyasî yên greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê kir. Polîsan nehiştin ku şande piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyaniyê bide. Şandeyê diyar kir rewşa girtiyekî ne baş e.

Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana Girtîgeha Bakirkoyê kir

Şandeya Çavdêr a Greva Birçîbûnê serdana girtiyên siyasî yên greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê kir. Polîsan nehiştin ku şande piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyaniyê bide. Şandeyê diyar kir rewşa girtiyekî ne baş e.

Şandeya Çavdêr a ku ji seroka Şûbeya ÎHD'ê ya Stenbolê Gulserok Yolerî, Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê ( ÎTO) Murat Ekmez, Nûnerê Stenbolê yê Weqfa Mafê Mirovan (TÎHV), Serokê Şûbeya Anadoluyê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê (SES) Erdal Guzel pêk hatî, serdana girtiyên greva birçîbûnê ya girtîgeha Girtî ya Jinan Bakirkoyê kir.

Polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê nehişt ku şande li ber girtîgehê daxuyaniyê bide.

'LI GEL DAXWAZA ME JÎ NEHŞTINE KU EM MIDÛR Û DOZGERÊ GIRTÎGEHÊ BIBÎNIN'

Endamê Desteya  Rêveber a ÎTO'yê Murat Ekmez got li ser serlêdana girtiyên greva birçîbûnê wan serdana xwe pêk anîne. Ekmez diyar kir wan serî li Midûriyeta Girtîgehê ya Bakirkoyê û li dozgeriya înfazê ya berpirs a ji Girtîgeha Bakirkoyê dane, li gel ku daxwaza xwe ji Wezareta Dadmendiyê re ragihandine jî îro ne midûrê girtîgehê û ne jî dozger re nehiştine ku hevdîte pêk were. Ekmez got di vê mijarê de ew ê li benda bersiva Wezareta Dadê rawestin.

'DOKTOR KONTROLÊ NAKIN'

Seroka Şûbeya ÎHD'ê ya Stenbolê parêzer Gulserek Yolerî jî li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan 6 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de, ji van 4 ji wan dîtine, greva birçîbûnê ketiye roja 64'an û got, ''Girtiyan gotin nêzîkatiya rêveberiya girtîgeha Bakirkoyê ya li bara grevên birçîbûnê bi giştî ne xirab e, di nav sînorên qebûlkirinê de ye. Pêdiviyên avî yên hewce dikarin bistînin, li ser mijara vîtamînan ti kêmasiyên wan nîn in. Lê her roj doktor wan kontrol nekin, ev problem heye. Em dizanin ku ne doktor lê peywirdarên tendiristiyê serdana çalakgeran dikin.

Girtiya bi navê Esma Başkale ku ev 64 roj in di grevê de ye, rajena wê zêde ye û gelekî li xwe şikandiye. Têkilî vê hin tevdîrên tibî divê werin standin lê li ser vê mijarê bi hekîmtiya girtîgehê re ji ber ku hevdîtin pêk nehatiye, me ti agahî nestand bê ka çi dikare were kirin.''

'EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN'

Yolerî got serdana şandeyê wê tenê bi Girtîgeha Bakirkoyê re sînordar nemîne, li Herêma Marmarayê wê serdana hemû girtîgehan bikin, li van girtîgehan wê bi bijîjkan re, bi rêveberiya girtîgehê re û girtiyan re ku greva birçîbûnê dikin, hevdîtinan bikin û hewl bidin ji probleman re çareseriyê bibînin. Yolerî diyar kir li ser vê mijarê bi Wezareta Dadê re hevdîtinên wan didomin û got ew ê pêvajoyê bişopînin.

Navê girtiyên siyasî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê di greva birçîbûnê de ne wiha ye: ''Belgîn Kanat, Zozan Kutun, Gurbet Ektîren, Nesrîn Akgoz, Esma Başkale, Reyhan Çoşmuşlu. Koma pêşî ya ku dest bi greva birçîbûnê kirî kete roja 64'an a grevê û koma dî jî kete roja 35'an a greva birçîbûnê.