DOZA QIRKIRINA SIYASÎ YA KOBANÊ
Di rûniştina biryarê ya Doza Kobanê de cezayên giran li siyasetmedaran hate birîn. Li Kurdistan û Tirkiyeyê nerazîbûnên li dijî cezayên girtîgehê yên di Doza Komploya Kobanê de hatine dayîn didomin.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amed Abbas Şahîn ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dema mirov li kevneşopiya dewletê ya sedsalî ya li dijî gelê Kurd ber çavan re derbas bike, mirov matmayî namîne.
Şahîn, anî ziman ku ev rêbazeke ku ji aliyê kesên di neçareseriya pirsgirêka Kurd de israr dikin ve tê pêk anîn û got, “Di sala 2014'an de qirkirinên siyasî veguherîn qirkirina fîzîkî û li hemberî komkujiyên ku DAÎŞ'ê li Şengalê kir, cara yekê bû ku gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê dijî, ewçend bi hev re tevgeriyan. Di encama têkoşîna demokratîk a hevpar a gelê Kurd de çeteyên DAÎŞ’ê hatin têk birin.”
Şahîn, da zanîn ku bi vê biryara ku di encama zextên desthilatdariya AKP-MHP’ê de derketiye holê de armanca sereke qedandina siyaseta Kurd e û ev tişt gotin, “Di sala 2014’an de biryara hilweşandinê hat girtin. Gava ku em li pêvajoya dîrokî ya dewletê dinêrin, di nava sed salî de li dijî serhildanên mezin tiştê ku wê demê dewlet nekarî bike, îro hewl tê dayîn hem di aliyê siyasî û leşkerî de bê pêkanîn. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê li Kobanê, doza Kobanê weke tolhildanê derket pêş.”
Şahîn, destnîşan kir ku bi doza Kobanê re rewatiya tevgera gelê Kurd hat hedef girtin û got ku desthilatdariya AKP- MHP’ê ji bo qedandina tevgera Kurd xebatên berfireh dimeşîne. Şahîn, anî ziman ku gelê Kurd wê dev ji têkoşîna xwe bernedin û got, “Cezayên li Kurdan hatine birîn ti rewabûna xwe ya hiqûqî nîne. Ji bo xerakirina rewatiya tevgera siyasî ya Kurd a li gelemperiya cîhanê doz hatiye vekirin. Me di her rûniştinê de dît ku dozeke hiqûqî nîne. Ya ku dihat darizandin ne tevgera siyasî ya Kurd bû, dewleta hiqûqê ya Tirk bi xwe bû. Ji ber ku dozeke derqanûnî bû, her kes li bendê bû ku cezayek bê dayîn. Ji ber vê gelê Kurd li dijî van biryaran heta dawiyê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Tevî her tiştî gelê Kurd dest ji daxwazên xwe yên demokratîk û siyaseta demokratîk bernade. Me her tim got; heta ku pirsgirêka gelê Kurd bi rêyên demokratîk çareser nebe, tecrîd û sîstema êşkence ya li Îmraliyê ranebe, ew ê demokrasî neyê Tirkiyeyê.”