Şahidên komkujiya Roboskê li Trîbunala Navnetewî bûn

Rûniştina roja duyem a Trîbunala Navnetewî ya li Parîsê, bi rojeva darizandina sûcên dewleta Tirk dest pê kir. Di rûniştina pêşî de komkujiya Roboskê bû rojev.

Dadgeha Gel a Mayinde ku ji welatên cuda 7 dadger bi rê ve dibin 15’ê Adarê dest pê kir. Di roja pêşî de bingehên dîrokî, siyasî, aborî û hwd. yên sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin danîn.

Piştre şahidên komkujiyên li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûrê, yên dema berxwedana xwerêveberiyê dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk anîn axivîn. Pisporan çarçoweya hiqûqî ya sûcan a dewleta Tirk danîn û her wiha hate gotin Komara Tirkiyê bi renge ‘dewlet’ê ji van sûcan berpis e û ev sûc ji hêla dewletê ve hatine organîzekirin.

Jan Fermon ê bi meqamê dozger li ser komkujiya Roboskê got, ‘’ev ne bûyereke tekane ye, li gelek deveran êrîşên wiha hene’ û got ev sûcê şer e.

Ji şahidên Roboskê pêşî Ferhat Encû axivî, ku di komkujiyê de bira û xizmên wî hatibû kutşin. Şahidbûn bi vîdeoyeke derbarê komkujiya Roboskê dest pê kir.

Ferhat  Encû dema ku behsa komkujiya Roboskê kir, got gundiyan bi çavdêriya amûrê hewayî yên bêmirov bazirganiya ser sînor dikirin û got, ‘’Me qet bîr nedibir ku komkujiyeke wiha bibe, me bîr nedibir ku F16 wê wiha bombe bikin.’’ Encû got, ‘’Ev komkujî bi zanebûn  bû. Ambûlans nehat, helîkoptêr li ser me difirî, weke ku li fîlmekî binere.’’

Encû her wiha got, ‘’Di dema Komarê de sînor di navbera me û xizmên me de danîn, me ti caran ev sînor nas nekir.’’

GEERDÎNK: DEWLETÊ BI ROBOSKÊ XWEST TOLÊ BIHILÎNE

Nûçegihan Frederîka Geerdînk ku li ser komkujiya Roboskê pirtûk nivîsî got piştî komkujiyê bi 5 rojan ew çûye Roboskê piştre bi berfirehî komkujî kiriye pirtûk, bal kişande ser çalakiyeke PKK’ê ya mezin a beriya komkujiyê û got, dewleta Tirk bi komkujiya Roboskê xwest tolê hilîne. Geerdînk got, ‘’Ev komkujî tola wê dewletê bû ku dixwest tolê hilîne. Lê li vir ne PKK lê gel hebû’. Geerdînk got beriya komkujiyê Desteya Ewlehiyê civiyaye û got, ‘’Bi îhtîmaleke zêde biryar ji wir hatiye standin.’’ Geerdînk gotina Wezîrê Navxwe yê wê demê Idbîr Şahîd bi bîr anî û got wezîr, ji kuştiyan re alîgirên PKK’ê gotiye.

KESKÎN: TUNDIYA LI SER JINÊ SÛCÊ ŞER E

Şahida sêyan a vê rûniştinê jî parêzer Eren Keskîn bû. Eren Keskîn di dema ‘qedexeya derketina derve’ de bal kişande tundiya li ser jinê ya bi destê dewletê û qetilkirina Ekîn Van. Keskîn got ji salên 90’î ve li ser jinên Kurd êşkenceya zayendî heye û got, fermandarê ku li Mêrdînê êşkenceya zayendî kirî, li Sûrê fermandar bûye.

Keskîn got ‘tundiya li ser jinê polîtîk e, kuştina jinê jî polîtîk e’ û tundiya zayendî ya li Ekîn Van hatî krin got. Keskîn got, Van 2015’an li Gimgimê hatiye binçavkirin û wêneyê wê yê tazî  serwîsî hemû çapemeniyê kirin û got, ‘’ev êşkenceya zayendî’ ye. Keskî got wan gilih kiriye lê heta niha ti encam nestandine û got di şertên Rewşa Awarte de jixwe li ser karmendên dewltê ew nikarin gilih jî bikin.

Keskîn got, ev ji hêla YE’yê ve jî pirsgirêk e, Tirkiye aliye gelek hevpeymana ye lê hema hema yeke ji van pêk nayîne, azadiya derbirînê bi asteke pir zêde tê binpêkirin û got, ‘’Heke niha li Tirkiyê hûn li medyaya sosyal tenê navê Ekin Van binivîsin hûn ê bi endamtiya rêxistinê werin darizandin.’’

Keskîn her wiha got, ‘Di şer de tundiya li ser jinê weke amûra mezin a xirakirina morale aliyê pêş ber’ tê bikaranîn û got, ‘’Piraniya kesên serî li me didin jinên Kurd in. Ev bi tena serê xwe jî nîşan dide ku ev sûcê şer e.’’

TERORÎZMA DEWLETÊ

Îro her wiha bi navê terorîzma dewletê wê behsa komandoyên mirinê, kuştina Mûsa Anter, êrîşên bombeyan yên ser DEP’ê, bombekirina Özgür Gündemê were dîtin.

KOMKUJIYA PARÎSÊ

Piştî nîvro komkujiya Parîsê ya 9’ê Çile ya 2013’an, a bi organizasyona MÎT’ê pêk hatî wê were dîtin, ku divê komkujiyê de damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz,  nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Doğan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylamez hatibûn qetilkirin.