Önder: Rapora CPT’ê kevn e, divê bi İmraliyê re hevdîtin pêk were

Berdevkê Heyeta İmraliyê Sırrı Süreyya Önder bal kişand ser rapora CPT’ê û got, “Li İmraliyê ji şertên maddî zêdetir, tecrîd girîng e. Divê tavilê bi Rêzdar Öcalan re hevdîtin pêk were.”

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) rapora serdana İmraliyê ya di sala 2016’an de piştî du salan, çend roj berê eşkere kir.

Berdevkê Heyeta İmraliyê û Parlementerê HDP’ê Sırrı Süreyya Önder ji ANF’ê re axivî û got, “ Ji şertên maddî zêdetir divê em bala xwe bidin ser qebûlnekirina tecrîdê.”

‘NE NÛ YE, KEVN E’

Önder diyar kir ku agahiyên di raporê de ne nû ye û bal kişand ser vî tiştî ku tu girîngiyeke rojane ya raporê tune.

Önder got  “Nirxandinên CPT’ê girîng e lê di warê mirovayetî û hiqûqî de divê vê xespkirina mafan ji holê were rakirin da ku pêdiviya me bi CPT’ê tune be.”

Önder  xwest ku divê roj berî rojekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan karibe bi heval, parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

JI RAPORÊ

Di rapora CPT’ê de tê diyarkirin ku Öcalan 5 sal in bi parêzerên xwe û 18 meh in jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike.

Di raporê de hatibû gotin ku girtiyên bi Öcalan re di heman girtîgehê de ne jî, piştî van dîrokan mafê telefonê jî tê de, nikaribûna bi derve re têkiliyê deynin. CPT’ê xwestibû ku divê Öcalan mehê bi kêmanî du caran mafê wî yê têlefonê hebe û divê karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.