Humanité: Rapora CPT a li ser Îmraliyê ne hêja ye, bi guman e

Rojnameya Humanité ya Fransayê işaret bi dema weşandina rapora Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir û destnîşa kir ku ev yek cihê gumanan e.

Rojnameya Humanité bal kişand ser vê xalê: "Tirkiyeyê rê li ber vekir ku rapora Konseya Ewropayê ya li ser Girava Îmraliyê ku lîderê Kurd Abdullah Öcalan 18 sal in lê tê girtin, biweşîne. Tecrîda li ser Öcalan ku 2 sal in agahî jê nayê girtin, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê xistibû nava fikaran."

Rojnameyê bi bîr xist ku rapor piştî du salan hatiye weşandin û got, "Kesek wê bi dema weşandina raporê nexape, ku hikumeta Tirk ji bo erêkirina weşandina rapora li ser lîderê Kurd wexta niha hilbijartiye."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Di demekê de ku Efrîn hate girtin û bi hezaran kes lê hatin kuştin ku bi sedan jê sivîl in û li qada navneteweyî nerazîbûneke tund li Tirkiyeyê tê kirin, eşkere ye ku weşandina vê rapora ku bi dilê rejîma Erdoğan e, di çarçoveya 'propagandayê' de hatiye kirin."

RAPOR NE LI SER REWŞA NIHA YE, LEWMA NE HÊJA YE

Rojnameyê diyar kir ku ev rapor li ser rewşa niha ya girtîgeha ku Öcalan lê ye ti agahiyê nade û wiha dewam kir: "Ji xwe heyeta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê du meh berê çû serdanê. Ev du sal in hê agahî ji lîderê Kurd nayê girtin. Agahiyên di raporê de cih digirin ne li ser rewşa heyî ye, lewma ne hêja ne."