Îtîrazî girtîbûna Ahmet Ozer hate kirin
Îtîrazî girtîbûna Şaredarê Esenyûrtê Ahmed Ozer ê ku bi qeyûm wezîfeya wî hate xespkirin, hate kirin.
Îtîrazî girtîbûna Şaredarê Esenyûrtê Ahmed Ozer ê ku bi qeyûm wezîfeya wî hate xespkirin, hate kirin.
Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer roja 30’yê cotmehê hat girtin. Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Li dijî girtina Ozer, li dadgehê îtîraz hat kirin. Parêzera Ozer, Seraf Ozer ku di heman demê de keça Ahmet Ozer serî li Dadgeha Çaglayana Stenbolê da û îtîrazî girtinê kir. Serokê Baroya Stenbolê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû, cîgirên Serokê Giştî yê CHP’ê Mûrat Bakan û Gamze Taşçier, rêveberên CHP’ê û gelek parêzeran piştgirî di dema îtîrazê de amade bûn û piştgirî dan îtîrazê.
Parêzer Seraf Ozer û şandeya CHP’ê beriya îtîrazê li ber dadgehê daxuyanî da.