Îtîraza hilweşandina Silopiya hate redkirin
Serlêdana li Dadgeha Şêwrê ya Rêveberiya 14. ya bi mebesta rawestandina biryara hilweşandina 7 hezar û 618 avahiyan li qadeke 404 hektarî ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate redkirin.
Serlêdana li Dadgeha Şêwrê ya Rêveberiya 14. ya bi mebesta rawestandina biryara hilweşandina 7 hezar û 618 avahiyan li qadeke 404 hektarî ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate redkirin.
Desteya Wezîran biryar da ku li navçeya Silopiya qada 404 hektar hilweşîne. Malbatên li taxên ku wê werin xerakirin dijîn bi rêya parêzeran serî li 14. Rêveberiya Dadgeha Şêwrê dan û xwestin ku biryar were rawestandin. Lê Dadgeha Şêwrê serlêdana parêzeran red kir. Parêzera malbatan Parêzer Nûray Ozdogan diyar kir, bêyî keşf bê kirin biryar hatiye standin û ev şerma herî mezin e.
Desteya Wezîran derbarê 9 taxên li navçeya Silopiya biryara xerakirinê dabû. Malbatên li van taxan dijîn jî bi rêya parêzeran serî li 14. Rêveberiya Dadgeha Şêwrê (Daniştay) dabûn û xwestibûn biryar bê rawestandin. Lê Rêveberiya Dadgeha Şêwrê serlêdana malbatan red kir. Desteya Wezîran derbarê taxên Barbaros, Başak, Cudi, Karşıyaka, Şehit Harun Boy, Nuh, Yenişehir û Yeşiltepe yên Sîlopiya de "Qadên bi Rîsk" îlan kiribû û biryara xerakirinê li ser wan dabû.
Desteya Wezîran li gorî xala 2. a derbarê Qadên di Bin Rîska Afetê de xwest bên xerakirin. Li ser vê yekê ji malbatan Ahmet Ediz, Yusuf Deniz û Musa Çetin biryar îtiraz kiribûn û bi rêya parêzer Hulya Yildirim û Nûray Ozdogan ji bo biryara Desteya Wezîran bê rawestandin serî li 14. Rêveberiya Dadgeha Şêwrê dan. Dadgeha Şêwrê jî ev serlêdan qebûl nekir.
14. Rêveberiya Dadgeha Şêwrê bi hinceteke ku ji 6 rûpelan pêk dihat amade kir û bal kişand ser mafê mulkiyetê yê neteweyî û navneteweyî. Di hincetê de gelek nakokî hebûn. Rêveberiyê rapora Desteya Wezîran esas girt û diyar kir ku divê 27 avahî bi temamî bên xerakirin. Derbarê 342 avahiyan jî biryara ziyana giran hate standin û hate gotin 90 ji 100’î rîsk li ser jiyanê û mal heye. Rêveberiyê bêyî ku li qadê lêkolîn bike biryara Desteya Wezîran esas girt û serlêdana malbatan red kir.
Parêzer Nûray Ozdogan diyar kir ku piştî derbarê Sûrê de biryar dan, biryara ji bo Silopiya ji bo wan ne surprîz bû û wiha got: "Biryarên Dadgeha Şêwrê yên derbarê "Qadên bi Rîsk" cuda bûn. Bi vê biryarê re rê li pêş hiqûqa ku xerakirinê rewa dike vekir. Ji bo Silopiyê dozên din ên hatine vekirin tine. Ti carî nehatin li Silopiya lêkolîn nekirin. Li ser navê hiqûqê ev şerm e. Şewira dewletê biryar daye ku pêdivî bi lêkolîne tune. Ger ku şert hatibin guhertin wê demê biryar bi şik e. Şertê lêkolinê mecbûri ye. Şertê hatiye guhertin siyasî ye. Divê çembera tirsê bê şikandin. Ev biryar li dijî rêziknameya xala 6306'an e."