Rapora sala 2016'an a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW), li paytexta eyaletê Dusseldorfê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Serokê îstîxbarata eyaleta NRW Bûrkhard Freîer û Wezîrê Karên Hundir ê eyaletê Herbert Reûl tevlî civîna çapemeniyê bûn.
Serokê îstîxbaratê Freîer ragihand, ku xebatên sîxuriyê yên îstîxbarata Tirk dewam dikin. Freîer diyar kir, ku rêxistina îstîxbarata Tirk MÎT, agahiyên li ser mûxalîfên rejîma Erdogan ji Enqereyê re radigihîne û anî ziman, navenda vê tora sîxuriyê jî DÎTÎB e, ku saziya diyanetê ya dewleta Tirk a li Elmanyayê ye.
'DÎTÎB, MÛXALÎFÊN ERDOGAN JI MÎT'Ê RE RADIGIHÎNE'
Şefê NRW ê îstîxbarata Elman Freîer ragihand, ku li mizgeftên DÎTÎB'ê, mûxalîfên Erdogan ji aliyê meleyan ve tên şopandin û meleyên Tirk bi vî rengî wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar tînin. Freîer da zanîn, ku li eyaleta NRW'ê heta niha li hemberî 13 meleyên Tirk ji ber karên sîxuriyê lêpirsîn hatiye vekirin û destnîşan kir, ku beşek ji van meleyan reviyane Tirkiyeyê.
Tevî ku karên sîxuriyê yên DÎTÎB'ê tê zanîn jî, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn hê jî vê saziyê naşopîne. Hikumeta Elman, di ser re pereyan dide projeyên DÎTÎB'ê. Hikumeta Elman, ku alîkariya pereyan a ji bo DÎTÎB'ê li gorî salên bihurî 80 ji sedî kêm kiribe jî, derkete holê ku plan dike, di nava sala 2018'an de 297.500 Euro bide vê saziyê.
REÛL HIŞYARÎ DA: NEÇIN TIRKIYEYÊ
Wezîrê Karên Hundir ê NRW Herbert Reûl jî hişyarî da endamên îstîxbaratê, polîs û xebatkarên daîreya biyaniyan ên li eyaleta wan dixebitin û ji wan xwest ku neçin Tirkiyeyê. Reûl ku endamê partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ye got, "Li balafirgehên Tirkiyeyê, agahiyên li telefona destan a mirovan tên kopykirin."
Wezîr Reûl diya rkir, ku di vî warî de agahiyên şênber li ber destê wan hene û ji karmendên dewletê yên dixwazin biçin Tirkiyeyê xwest, ku bi taybetî telefonên destan ên di kar de bi kar tînin bi xwe re nebin.
Xaleke din a ku di rapora NRW de balê dikişîne ew e, ku li gorî sala bihurî, bûyerên şîdetê yên navbera Tirk û Kurdên li eyaletê dijîn, zêde bûne. Li gorî sala 2015'an di navbera her du komên koçber de bi 4 qatan zêdetir bûyerên siyasî rû dane. Di sala 2016'an 205 bûyer derketin. Tê gotin ku piraniya van bûyeran jî êrîşa faşîstên Tirk a li hemberî Kurdan e.
Li gel rapora salane ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal, eyalet jî raporên xwe eşkere dikin.