Îstîsmara Înterpolê ya Tirkiyeyê di rojeva YE’yê de ye

Ji ber ku Tirkiye bultena sor a înterpolê ji xwe re dike amûra bêdengkirina kesên mûxalîf, YE ev tişt xist rojeva xwe. Tê payîn ku welatên endam ji bo kontrolkirina prosedura bultena sor wê têkevin nav hewldanan.

Di rûniştina Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewrûpayê de ev peyam hate dayîn ku Tirkiye bultena sor a Înterpolê sûîstîmal dike. Li ser navê serokiya demkî ya YE’yê Mattî Maasîkas diyar kir ku ew ê ji Înterpolê bixwazin ku bila pêkanîna xwe ya bultena sor ji ber çavan derbas bikin. Maasîkas destnîşan kir ku bultena sor a Înterpolê ji bo radestkirina sûcdaran divê neyê bi kar anîn û biryarên îadekirinê girêdayî kontrolkirina darazê û pêvajoya wê ye.

BERPIRSYARÎ YA ÎNTERPOLÊ YE

Komîsera ji Edalet, Berxurî û Wekheviya Zayendî berpirsyar Vera Joûrova li ser navê komîsyonê axivî û diyar kir ku bultena sor a înterpolê ji aliyê hin welatiyan bi armanca siyasî tê bi kar anîn û fikarên xwe yên di vî warî de vegot.

Joûrovayê got ku heke pergala Înterpolê were sûîstîmal kirin, berpirsyariya tevdîran aîdî Înterpolê ye.

TIRKIYE, RÛSYA, ÎRAN û ÇÎN SÛÎSTÎMAL DIKIN

Gelek parlementerên ku di Lijneya Giştî de axivîn diyar kirin ku Tirkiye, Rûsya, Îran û Çîn bultena sor a Înterpolê ‘ji bo bêdengkirina mûxalîfên siyasî’ bi kar tînin.

Di meha Nîsanê Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê diyar kiribû fikarên wan gelekî zêde ne û biryarek wergirtibûn. Di biryarê de hatibû xwestibûn ku, “Heke fikar hebin ku bultena sor hatiye sûîstîmalkirin dikarin di bingeha van bultenan de girtinan nekin.”

Tê zanîn ku têkildarî bultena sor a Înterpolê pêvajoyeke reformê jî heye.