Îranê têkildarî ‘referandûmê’ daxuyanî da
Serokê Saziya Edaletê ya Îranê Sadik Larîcanî têkîldarî referandûma Başûrê Kurdistanê got şêwazê wan cîddî ye û wiha got; “Di vê mijarê de em ê stûyê xwe xwar nekîn’
Serokê Saziya Edaletê ya Îranê Sadik Larîcanî têkîldarî referandûma Başûrê Kurdistanê got şêwazê wan cîddî ye û wiha got; “Di vê mijarê de em ê stûyê xwe xwar nekîn’
Serokê Saziya Edaletê ya Îranê Sadik Larîcanî têkildarî referandûma Başûrê Kurdistanê ya di 25’ê Îlonê de axivî û diyar kir ku şêwazê wan ya têkilarî referandûma xweseriyê ciddî ye û di vê mijarê de stuyê xwe xwar nakin.
‘DIVÊ BIZANIBIN ŞÊWAZÊ ME CIDDÎ YE’
Laricanî wiha axivî; “Berpirsên Herêma Kurdistanê, divê bizanibin ku şêwazê welatên ciran di vê mijarê de ciddî ye û stuyê xwe xwar nakin.” Laricanî têkildarî siyaseta Îranê wiha got; “Siyaseta Komara Îslamê ya Îranê di vê mijarê de zelal e. Di destpêkê de jî me gotibû em li dijî hemû cureyên parçebûnan in.”
Laricanî referandûma Başûrê Kurdistanê weke ‘agirê nû yê dewletên mezin, bi taybet jî ya ku Îsraîl avêtî holê’ bi nav kir û wiha got; “Li vir armanc zeyîfkirina hikûmetên Îslamî ne û bi armanca derxistina şerekî dirêj a li dijî Misilmana ne.”
RÊ Û DERÎ GIRTIBÛ
Îranê li dijî lidarxistina referandûmê weke bertek destek dabû girtina qada hewayî ya biryara Bexdayê. Piştre rê û deriyên ku petrol ji Başûrê Kurdistanê derdiket girtibû.