OGÎ: Li Tirkiyeyê 171 rojnameger girtî ne
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (Ogî) rapora meha Sibatê ya li ser rojnamegeriyê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê 171 rojnameger girtî ne û êrîş û zextên li ser rojnamegeran didome.
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (Ogî) rapora meha Sibatê ya li ser rojnamegeriyê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê 171 rojnameger girtî ne û êrîş û zextên li ser rojnamegeran didome.
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Sibatê ya li ser rojnamegeriyê eşkere kir. Daxuyanî li Salona ÎHD’ê ya Amedê hat dayîn. Berdevkê Înîsiyatifê Hakki Boltan û Rojnameger Fatma Tekîn daxuyanî xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Zext û zordariyên li ser çapemeniyê di meha Sibatê de jî kêm nebûn. Binçavkirin, girtin, ceza, darizandina rojnamegeran di meha Sibatê de jî kêm nebû. Lê di Meha Sibatê de 2 mijarên ku helwesta hikûmetê li hemberî rojnamegeran teyyit dike derket holê.
Hikûmeta ku li dijî rojnamegeriya azad bi feraseta avakirina yektîp amûra propagandayê tevdigere, bi cudakariya li dijî rojnamegeran xwe eşkere dike. Li aliyekî rojnameger û niviskar ên Bira Ahmet û Mehmet Altan û Nazli Ilicak bi muebetê ceza dikin, li aliyê din jî Rojnameger Denîz Yucel li ser daxwaza Seroka Dewleta Alman Merkel serbest berdidin. Ev nîşan dide ku îktîdara AKP-MHP'ê bi girtin û cezakirina rojnamegeran eşkere dijminantiyê dike. Bi nenaskirina Dadgeha Qanûna Bingehîn hemû daraz xist kontrola xwe. Darazê jî fermana îktîdarê pêk anî û rojnameger û nivîskar Birayên Altan û Nazli Ilıcak ceza kirin. Dîsa yên li dijî feraset û polîtîkayên AKP-MHP'ê dedikevin jî yek bi yek tên girtin û rastî ceza tên. Bi vê yekê AKP-MHP'ê nîşan da ku kirasê li medyaya Kurd kiribû firehtir kir û êdî hemû kesên muxalif ên li dijî polîtikayên AKP-MHP'ê jî di wî kirasî de tên hepiskirin.
Li aliyê din bi berdana Rojnameger Denîz Yucel nîşan da ku rojnamegeran li dijî azadiya civakê û muxalifan wekî amûrê dîl tên girtin. Ji bo têkîlî û berjewendiyên şexsî yên tarî û kûr rojnamegeran dîl digirin. Ev di şexsê rojnamegeran de xuya dike ku tenê ne bi rojnamegeran bi sînor e û hemû kesên muxalif di nava vî kirasî de dîl tên girtin. Bi astengkirina malperên înternetê û televîzyongeriya li ser înternetê nîşan dide ku qet tehamula wan ji kesên dijber û alternatif re tune ye û hemû dengên li dervê xwe tune dike.
Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) van biryaran şermezar dikin û red dikin. Em dixwazin hemû hevalên me yên rojnameger ên girtî bên berdan, astengiyên li ser çapemeniyê êdî bi dawî bibin û mafê gel ê ragihandinê neyê binpêkirin.
Rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a Sibata 2018'an wiha ye:
*Li Tirkiyeyê 171 rojnameger girtî ne.
* 16 rojnameger hatin binçavkirin.
* 3 rojnameger hatin girtin.
* Derbarê rojnamegerekî de doz hat vekirin.
* 3 rojnameger rastî cezayê giran ê muebetê hatin. 4 rojnameger rastî 10 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hatin.
* 37 rojnameger hatin darizandin.
* 6 malperên nûçeyan ji aliyê BTK'ê ve hatin astengkirin. Platforma 1HaberVar carekê, Jinnews 3 caran, Ajansa Mezopotamya 7 caran, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi 16 caran, direnisteyiz21.org 7 caran, Kızılbayrak.Net carekê hatin astengkirin."