Îqbal Mûradî li Stockholmê hate bîranîn

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Mûradî ku çend roj beriya niha li Pêncwênê hate kuştin, li paytexta Swêd Stockholmê hate bîranîn.

Merasîma bîranînê bi sirûda Ey Reqîp û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Mûradî û şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre bi navê rêxistina Stockholmê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amîr Babakrî axivî. Babakrî diyar kir ku rejîma Îranê di polîtîka hundirîn û derve de xitimî ye û careke din serî li rê û rêbazên terorê daye.

Babakrî êrîşên rejîma Îranê yên li dijî Mûradî û Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) weke nîşaneya tengaviya rejîmê nirxand û destnîşan kir ku êrîşên rejîmê wê nikaribin pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigirin.

Hamîd Aliyalî jî pêşniyara KODAR û PJAK'ê ya ji bo çareseriyê beriya hefteyekê pêşkêş kir, bi bîr xist û got, "Lê belê Îranê bi komkujiyan bersiv da pêşniyara ji bo aştiyê."

Endamê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê Hasan Selspî jî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tecrîdkirî ye weke mînak nîşan da û got, Kurd ji zindanê û mirinê natirsin. Selspî bal kişand ser girîngiya hevgirtina hemû partî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê.

Di dawiya merasîma bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.