Însyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran çalakî kirin

Însyatîfa Zarokên Agir li Bûrsa, Enqere, Îzmîr û Sakaryayê deopyeke ya kaxezan, 3 depoyên xurek û vexwarinê, fabrîqeyek mezin a plastîkê û li gel galeriyeke ya wesayît û fabrîqeyeke ya amûrên banên malan dihilberîne şewitandine.

Însyatîfa Zarokên Agir a daxuyaniyeke nivîskî da, ragihand ku di navbera 29’ê Hezîran heta 3’yê Tîrmehê de li 4 bajaran çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê 3’yê Tîrmehê li Yenîmihale ya Enqerê depoyek ya bermahiyan hatiye şewitandin.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “1’ê Tîrmehê fabrîqeya plastîk û deopya ku li ser rêya Bûrsa-Stenbolê hatiye şewitandin. Fabrîqeya li ser qadeke 6 donim erd hatî danîn bi temamî şewitiye û bûye xwelî.

Li Yildirm a Bûrsayê 3 deopyên xwarin û vexwarinê dîsa lojîtîk ên li gel hev hemwext hatine şewitandin.

2’yê Tîrmehê li Gazîemîr a Îzmîrê galeriyeke ya wesayîtan hatiye şewitandin, li nava wê herî kêm 6 wesayît şewitîne. 29’ê Hezîranê jî li Sapanca ya Sakaryayê depoyeke ya fabrîqeyeke ku amûrên banên malan dihilberand hatiye şewitandin.