Însiyatîfa Roboskiyê: Divê edalet pêşiyê were Roboskiyê

Însiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskiyê got: "Divê dewlet bi qetlîamên xwe re rû bi rû bimîne. Heta edalet neyê Roboskiyê nayê Tirkiyeyê jî."

Însiyatîfa Edaletê a ji bo Roboskiyê, bi wesîleya meha 143’yemîn a Komkujiya Roboskiyê li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa  Enqereyê daxuyaniyek  da. 

Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Asli Saraçê ve hat dayîn.
 
‘EGER BERPIRSIYAR NEYÊN DARIZANDIN WÊ KOMKUJÎ BERDEWAM BIKIN’

Asli Saraç anî ziman ku Komkujiya Roboskiyê wehşeteke mezin e û 34 kes hatin qetilkirin ku tenê rêya debara wan bazirganiya  sînor bû. Asli Saraçê diyar kir ku ew dê tekoşîna edaleta ku 12 sal in pêk nehatiye bidomînin û anî ziman ku eger berpirsyar neyên darizandin dê komkujî berdewam bikin.

Asli Saraç wiha xeberdana xwe dewam kir: "Wehşeta duh li Roboskiyê qewimî, îro li Xezeyê diqewime" û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê dewlet bi qetlîamên xwe re rû bi rû bimîne. Heta edalet neyê Roboskiyê nayê Tirkiyeyê jî. Rastiya ku em tê de ne; dewlet bêcezabûn, şer û nebûna edaletê ye. Em alîgirên lêgerîna edaletê û bi aramî pêkvejiyanê ne."