Însiyatîfa Zarokên Agir li Gebzeyê fabrîkeya çekan şewitand
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Gebzeyê fabrîkeya çekan şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Gebzeyê fabrîkeya çekan şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir derbarê çalakiyên xwe yên şewitandinê daxuyanî da û diyar kir ku di 14’ê Mijdarê de wan li Gebzeya Kocaeliyê agir bi fabrîkeya çekan xistine.
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku di 14’ê Mijdarê de wan li Çeşmeya Îzmîrê, li Eskîşehîr û Koceliyê jî hin der şewitandine.