Înîsîyatîfa Zarokên Agir cihên faşîstan şewitandin

Înîsîyatîfa Zarokên Agir gelek cihên aîdî AKP û MHP’yiyan şewitandin.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Konya, Stenbol, Kastamonû, Tekîrdag û Îzmîrê gelek cihên aîdî faşîstên AKP û MHP’ê şewitandin.

Li gorî daxuyaniya ev der hatin şewitandin:

“Di 10’ê Sibatê de li Taxa Sancakê ya Konyayê 4 wesayîtên faşîstên AKP û MHP’yiyan hate şewitandin.

Di 12’ê Sibatê de Navenda Bazirganiyê ya ÎSTOÇ’ê ya Stenbolê hate şewitandin û gelek dikan bûn xwelî.

Di 12’ê Sibatê de li navçeya Bozkûrtê ya Kastamonûyê li kargehên şaredariya MHP’yiyên faşîst hate xistin.

Di 12’ê Sibatê de trafoya sereke ya Taxa Kizilpinarê ya navçeya Çerkezkoyê hate şewitandin.

Di 12’ê Sibatê de li Îzkenta Bûcaya Îzmîrê avahiyek hate şewitandin.

Di 12’ê Sibatê de li Çamdîbiya Îzmîrê wesayîteke faşîstan hate şewitandin.”