Înce: Di sîstema YSK’ê de 37 ji 100’î yê sendoqan vebûne

Namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muharrem Înce got encamên hilbijartinê yên li ser Ajansa Anadoluyê ne rast in.

Muharrem Înce li ser hesabe xwe yê Twîtterê got: ‘’Hevalên min ên peywirdarên sendoqan, vê kêliyê di sîstema YSK’ê de 37 Jİ 100’î yên dengan xuya dikin.’’

Înce her wiha got, ‘’Di televizyonan de ji ber sedema Ajansa Anadoluyê nûçeyên wiha çêdikin ku 85 ji 100’î yên sendoqan vebûne. Sendoqan bernedin.’’