Îmret û Keser bi rayedarên KRHE re rûniştin

Hevşaredar Leyla Îmret û Veysel Keser, ku li şûna wan qeyûm hatine bicihkirin, bi rayedarên KRHE re rûniştin.

Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE) Gûdrûn Mosler-Tornstrom, Dîrektorê Giştî Phîlîppe Boûsoûl û raportorên Tirkiyeyê, bi Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Hevşaredarê Rêya Armûşê Veysel Keser ên qeyûm li şûna wan hatine bicihkirin, rûniştin.

Di civînê de nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Fayik Yagizay û raportorên nû yên KRHE Japob Wîenen û Yomî Renstom jî amade bûn. Heyeta Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bendewariya xwe ji kongreyê re anî ziman.

LI SER ÇI HATE AXAFTIN?

Rayedarên kongreyê dan xuyakirin, ku ew bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi endîşe dişopînin. Leyla Îmret li ser hevdîtinê daxuyanî da û got, "Piştî agahdarkirineke giştî me li ser bajarên xwe yên bi fermanên Enqereyê hatin şewitandin, xerakirin, bi rêya qeyûm şaredariyên hatin desteserkirin, rewşa giştî ya hevalên me yên girtî û pêkanînên antî demokratîk anîn ziman."

Veysel Keser jî got, "Me nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Me bang li rayedarên kongreyê kir, ku bi berpirsyarî rabin û piştgiriyê bidin hevalên me yên girtî."

'EM DIŞOPÎNIN'

Li gorî daxuyaniya heyeta DBP û HDP'ê, komîsyonên şoandin û buroya îcrayê ya Kongreyê ji wan re gotine ku ew pêkanînên antî demokratîk ên AKP'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dişopînin.