ÎHD wê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çan serî li ATK’ê bide

Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî diyar kir ku ew ê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çan (72) serî li Saziya Tiba Edlî bidin.

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, di 24’ê gulanê de krîza dil derbas kir. Çam, rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê û li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin. Li ser gurçika Çam kîst û li ser mejiyê wî jî ur heye. Her wiha zeravdanka Çam hatiye girtin û roj bi roj jî kerr dibe.

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Sêrtê parêzer Mehmet Nûr Ekîncî di şeva Çam rakirin nexweşxaneyê çû nexweşxaneyê. Ekîncî, diyar kir ku demareka li rexê çepê yê dilê Çam xitimî ye. Ne me ne jî malbata wî nekarî bibîne. Bijîşk got ku hem ji ber kaltiyê hem jî ji ber nexweşiyên din dibe ku dîsa krîza dil derbas bike. Dê Çam 2 rojên din li beşa çavdêriya awarte bê ragirtin.”

Ekîncî, bi bîr xist ku di demên berê de Nexweşxaneya Lêkolînê ya Êlihê ji bo Çam rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye lewma serlêdana wan a ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) hatibû redkirin. Ekîncî, got ku dê dîsa ji bo Çam serî li ATK’ê bidin. Ekîncî, diyar kir ku dewlet mecbûre girtiyan biparêze û wiha domand: “Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Êdî taqeta wan nema ye. Gelek girtî nikarin bimeşin jî. Li Girtîgeha Beşîriyê lêgerîna nava dev tê ferzkirin. Yên li dijî vê derdikevin jî nikarin tedawî bibin. Rewşekî bêrûmetiyê ye. Lewma naçin nexweşxaneyê û dema neçin jî terkî mirinê tên kirin.”

Ekîncî, axaftina xwe wiha qedand: “Serokkomar, cezayên fermandarên 28’ê Sibatê efû kir. Lê heta niha tu caran ji bo kurdekî ev biryar nedaye. Mixabin ji girtîgehan cenaze derdikevin. Girtî yan dema li ber mirinê tên berdan an jî cenazeyên wan derdikevin. Ev rewşekî polîtîk e. Qanûn tenê ji zagon û xalan pêk nayên. Her wiha wijdan e. Em jî hêvî dikin ku wijdan bikeve pêşiya qanûnan.”