ÎHD û TÎHV: Êşkence û necezakirin polîtîkaya dewletê ye

ÎHD'ê û THÎV'ê li dijî êşkenceyê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan got êşkence pratîkeke sîstematîk a dewletê ye.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ji bo 26'ê Hezîranê 'Rojava Têkoşîna Dijî Êşkenceyê û Piştevaniya Êşkencelêbûyiyan' daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de, ya ku li Navenda Giştî ya ÎHD'ê hate kirin, Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Endama Lijneya Rêveber a TÎHV'ê Nîhat Bulut hazir bûn.

Turkdogan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava  û Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û got, ''Tirkiye divê operasyonên rawestîne.''

Turkdogan got, li Tirkiyê êşkence û tehde ne tenê dema darbeyên leşkerî, tevahiya dîroka Tirkiyê bi rengekî sîstematîk weke pratîka dewletê xwe nîşan daye.

Turkdogan tundiya li ser meşa HDP'ê û Serokê Baroyan bi bîr xist û got, ''Ev rewş mînakên vê yên herî rojane ne.''

ÎHD'ê û TÎHV'ê dema ku li dijî êşkenceyê daxwaz û pêşniyaz kirin hate gotin sedema sereke ya zêdebûna êşkenceyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê , ''Hebûna çanda necezakirinê ye, ya ku bi bi wesfê teqez a qedexeya êşkenceyê re li hev nake. Beriya her tiştî divê dawî li vê polîtîkaya necazekirinê were, ku hewl tê dayin ev polîtîka bibe rêgezek.''

Hate xwestin ku dema destgîrkirinê were kêmkirin, mekanîzmaya pêşîlêgir a netewî ya serbixwe were avakirin û îdîayên derheqê êşkenceyê bi rengekî bêalî û serbixwe werin lêkolîn.

Dema daxuyaniyê her wiha raporek jî hate belavkirin. Di raporê de hate gotin hem li nav saziyên dewletê û hem jî li qada civakî gelek rûdanên êşkenceyê bûne.

Di raporê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate destnîşankirin û hate gotin, ''Rengekî resen ê îzolasyonê li girtîgeha Imraliyê tê rêvebirin. Qedexeyên hevdîtinê yên li ser malbat û parêzeran, ku ji 2011'an ve bênavber didome, li gel hevdîtina 3 caran a 2019'an, carekê a 2020'an (3'yê Adara 2020'an), û li gel pênc caran hevdîtina parêzeran a 2019'an jî, hê jî didome.''

Di raporê de çanda necezakirinê hate destnîşankirin û hate gotin, ''Di geşbûna û berbelavbûna vê çandê de hokara pêşî ew e ku necazekirin polîtîkayeke dewletê ye'' û hate diyarkirin, desthilata AKP-MHP'ê bi guherîna dawî ya mewzûatê dixwaze necarkirinê bixe ber 'ewlehi'ya qanûnan.