ÎHD: Nexweşiya Yildirim li girtîgehê giran dibe

Endamên ÎHD’ê diyar kirin ku girtiyê bi navê Serdal Yildirim ê ku ji navê û berjêrtir felc e, divê serbest were berdan.

Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 440’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ser medyaya dîjîtal li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Serdal Yildirim. Komîsyona ÎHD’ê ragihand ku malbata Yildirim ji bo berdanê serî li Wezareta Dadê daye û wiha got: “Rayedaran ji wan re gotiye li benda rapora şandeya bijîşkan û biryara di 1’ê îlonê de were dayîn bisekinin.”

Rêveberê ÎHD’ê Ferît Barût daxuyanî da û diyar kir ku Serdal Yildirim ê nexweşê giran li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û li girtîgehan jî metirsiya koronayê didome.

Barût da zanîn ku Serdal Yildirim ê rewşa giran felc bûye û li gel Engîn Aktaş ê du milê wî tune ne û Abdullah Tûran ê felca giran lê daye di heman qawîşê de dimîne û ji bo dermankirina girtiyên nexweş ku Tîpên R hatine vekirin jî bi kêr ve nayên. Barût diyar kir ku girtîgeh ne cihê dermankirinê ne û xizmeta tenduristiyê nayê dayîn û her roja ku diçe şertên jiyana wan zehmet dibe. Barût anî ziman ku ji bo Yildirim were dermankirin divê demildest were berdan û şertên girtîgehê li pêşiya tedawîkirina wî asteng e. Yildirim da zanîn ku malbatê ji bo rewşa lawê xwe serî li Wezareta Dadê daye û got: “Rayedaran ji wan re gotiye li benda rapora şandeya bijîşkan û biryara di 1’ê îlonê de were dayîn bisekinin.”