ÎHD: Li Pasûrê mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê hate desteserkirin

ÎHD'ê diyar kir li Pasûrê HDP bi rengekî bêbingeh kirine hedef û piştre mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê hatiye desteserkirin.

Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkilî desteserkirina şaredariya Pasûrê ya Amedê diyar kir piştî teqîna li navçeyê hin organên çapemeniyê bi manşêta ''HDP'ê kir'' rêveberên HDP'ê û rayedarên şaredariya Pasûrê kirine hedef û Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Fatîh Taş û gelek rêveber û xebatên şaredariyê bêyî ti delîlele berbiçav hatine girtin û piştre jî, 17'ê Îlonê qeyûm anîne ser şaredariyê.

'MAFÊ HILBIJARTIN Û HILBIJÊRBÛNÊ HATIYE BINPÊKIRIN'

ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir, ku ti sûcdariyên têkilî teqînên li ser hevşaredaran nahetiye kirin û diyar kir gavên qeyûm ên bêyî bingehên yasayî, mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê desteser dikin nayê qebûlkirin. Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê diyar kir, ''Demildest divê dawî li van kirinab were, hevşaredar û rêveber divê werin ser peywira xwe. ''