ÎHD: Li Anatolyaya Navîn 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye

Li gor rapora Girtîgehên Anatolyaya Navîn a sala 2023'yan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, di 2023'yan de li girtîgehên cuda herî kêm 42 girtî jiyana xwe ji dest dane.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, "Rapora Sala 2023'yan a Girtîgehên Anatolyaya Navîn" eşkere kir. Rapor, li Şaxa ÎHD a Enqereyê bi rêya çapemeniyê hat ragihandin. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen û Hevserokê ÎHD a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci raporê xwendin.

Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser binpêkirinên mafan û bêhiqûqîtiyan ên li girtîgehan û got: "Di sala 2023'yan de ji44 girtîgehên vekirî û girtî yên Anatolyaya Navîn 510 kesan serî li wan daye û ji girtîgehên herêmên din jî, ji 31 girtîgehên vekirî û girtî 97 kesan serî li wan daye."

Çevîrmenê diyar kir ku di sala 2023'yan de li girtîgehên cuda herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û got ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan daneyên der barê girtiyên jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve nake û van agahiyên wan payê kirine jî wan bi xwe ji çavkaniyên eşkere, bi rêya çapemeniyê û ji kesên serî li wan dane berhev kirine.

Çevîmenê destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên tecrîdê li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiriye û got ku li girtîgehan herî kêm hezar û 587 binpêkirinên mafên tenduristiyê rû dane.

Yazmaci jî da zanîn ku li girtîgehên Anatolyaya Navîn, di mehên Çile-Sibat-Adarê yên sala 2023'yan de 256 binpêkirinên mafan û di Nîsan-Gulan-Hezîranê de 357 binpêkirinên mafan, di Tîrmeh-Tebax-Îlonê de 83 binpêkirinên mafan û di Cotmeh-Mijdar-Kanûnê de jî 39 binpêkirinên mafan û bi giştî 735 binpêkirinên mafan rû dane.

Yamaci paşê encama raporê û pêşniyazan a rapor eşkere kir û bal kişand ser binpêkirinên di warê dermankirin û ragihandinê yên li girtîgehan.