ÎHD’ê têkildarî qetilkirina Baga raporek amade kir
ÎHD’ê li ser Şefîk Boga yê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin raporek amade kir û got: “Sûcê şer hate kirin.”
ÎHD’ê li ser Şefîk Boga yê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin raporek amade kir û got: “Sûcê şer hate kirin.”
Leşkerên Îranê di 6’ê Cotmehê de li gundê Çiliya Jorîn ê navçeya Ebexê ya Wanê, bi çekan êrÎş biribûn ser welatiyê bi navê Şefîk Baga û ew kuştibûn. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê, derbarê kuştina Baga de raporek amade kir.
ÎHD’ê rapora xwe bi civîneke çapameniyê li avahiya xwe Eşkera kir. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mûrat Melen û Derûnnasê Klînîk Firat Kolyîgît tevlî civînê bûn.
Mûrat Melet, rapora ku amade kiribûn xwend û qala hurgiliyên kuştina Baga kir. Melet diyar kir ku ji bo amadekirina raporê çûne cihê bûyerê û bi şahidên bûyerê re hevdîtin kirine û li gel ku daxwaz kirine ku bi qaymeqamê navçeyê re jî hevdîtin bikin lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Melet, destnîşan kir ku rapora xwe li gorî şahidiya şahidên bûyerê amade kirine û got ku leşkerên Îranê bi qasî 250-300 metre derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne û sînor derbas kirine.
Di raporê de cih ji vegotinên şahidên bûyerê hat veqetandin. Şahid destnîşan dikin ku Baga di nav sînorên Tirkiyeyê de ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye kuştin û leşkerêm Îranê ji bilî Baga gule li wan jî reşandiye.
Her wiha li gorî vegotinên şahidan qaymeqamê navçeyê roja definkirina cenazeyê Baga ew jî hatiye gund û wî jî qebûl kiriye ku Baga ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye kuştin.
Di encama raporê de jî hat tespîtkirin ku leşkerên Îranê bi derbasbûna sînor Tirkiyeyê sûcên şer ên navneteweyî kiriye û ji ber vê yekê Dewleta Îranê ji malbata Baga lêborîn bixweze û piştgiriya madî û manevî bide malbatê.