ÎHD'ê rapora li ser binpêkirina mafê hilbijartinê eşkere kir
ÎHD'ê rapora heyeta xwe ya şopandina hilbijartinê ya serbixwe eşkere kir û bal kişand ser binpêkirina maf û karên hilbijartinên xwecihî.
ÎHD'ê rapora heyeta xwe ya şopandina hilbijartinê ya serbixwe eşkere kir û bal kişand ser binpêkirina maf û karên hilbijartinên xwecihî.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 'Rapora Heyeta Şopandinê' ya li ser binpêkirina maf û karên hilbijartinê yên beriya hilbijartinên xwecihî rû dane, eşkere kir. Rapor li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi beşdariya endamên Desteya Rêveberiya Navendî hate eşkerekirin.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan rapor xwend û diyar kir, gelek rexne tên kirin ku li gorî wan rexneyan wê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an li gorî pîvana hilbijartina durust, wekhev û demokratîk pêk neyê.
Turkdogan got, taybetmendiyeke din a vê hilbijartinê ew e ku 94 jê Şaredariyên DBP'yî li 101 şaredariyan qeyûm hatine bicihkirin û diyar kir, "Hilbijartin di bin zext û zordariya giran a hikumeta navendî de pêk tê."
'ERKA YSK'Ê JI DEST HATE GIRTIN'
Turkdogan ragihand, li gorî pîvanên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE), binpêkirin û hîleyên heta niha di kampanya hilbijartinê de hatine kirin bi raporekê berhev kirine.
Çend ji xalên sereke yên ku di raporê de hatine destnîşankirin wiha ne:
"9'ê Sibata 2017'an bi biryarnameya Rewşa Awarte re erka YSK a li ser televîzyon û radyoyê hate rakirin û bi vî rengî qenalên televîzyonê û radyo dema ku bi rengekî alîgiriyê weşanê bikin wê neyên cezakirin. Bi biryarnameyê re erka destûra bingehîn a YSK jê hatiye stendin. Ji xwe di hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an de weşana televîzyon û radyoyan giranî dan ser partiya desthilatdariyê û li dijî mûxalefetê weşan kirin.
Li ser daxwaza waliyên ku di bin fermana desthilatdariyê de ye, biryara guhertina cihê sindoqan hate dayin ku li Rojhilat û Başûrêrojhilat wê bandorê li 98 hezar hilbijêrî bike. Bi vê yekê re dengdana van hilbijêran ku piraniya wan HDP'î ne zehmet bûye.
Bi zêdekirina bendekê li qanûna hilbijartinê re pisûlayên dengan ên bêmohr jî derbasdar tê hesibandin.
Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê, nifûsa Tirkiyeyê di nava 10 salên dawî de bi 9,5 milyon kesî zêde bûn. Tevî vê yekê hejmara hilbijêran bi 11 milyon kesî zêde bû. Li gorî hesabên matematîkê tiştekî bi vî rengî nepêkan e. Nikare bê îzahkirin ku hejmara hilbijêran li gorî nifûsa giştî çawa bi 1,5 milyon kesî zêdetir bûye. Ev yek nîşan dide ku di lîsteya hilbijêran de pirsgirêk heye û ji her rengê manîpulasyonê re vekiriye.
Li Tirkiyeyê cara yekê ye ku partiya li desthilatdariyê 'Agahî û daneyên veşartî yên di asta îstîxbaratê de' yên namzetên şaredarî, meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî ya bajaran bi dest xistiye, li hin saziyên çapemeniyê belav kiriye û bi vî rengî mafên şexsî yên van kesan binpê kiriye. Pîvana nepenîtiya daneyên şexsî hatiye binpêkirin. Bi taybetî navê 234 namzetên ji CHP, IYI Partî û Saadet Partîsî li saziyên çapemeniyê hatine weşandin.
Partiyên di nava Tifaqa Cûmhûr de cih digirin, derfetên saziyên cemaweriyê bi kar anîn, lê partiyên din nekarîn ji vê sûdê werbigirin. Mînak; Serokkomarê ji partiyekê dema ku kampanya hilbijartinê ya ji bo partiya xwe meşand, ji derfetên Serokkomariyê hemûyan sûd wergirt.
90 ji sedî yê medya li Tirkiyeyê di bin kontrola desthilatdariya siyasî de ye. Lewma medya alîgir e. Mînak; TRT ku televîzyona dewletê ye bi ti awayî cih neda karê propagandayê yê HDP'ê."