ÎHD'ê li gelek deveran kete nobeta greva birçîbûnê

ÎHD'ê ji bo ku balê bikişîne ser grevên birçîbûnê bi dirûşma ''deng bide jiyanê'' çalakiya nobetê ya ji bo rojekê kir.

ÎHD’ê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan li çend bajaran bi dirûşma “Deng bide jiyanê” çalakiya rojekê ya nobetê li dar xist. 

 
Şaxên Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) li çend bajaran ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Deng bide jiyanê” çalakiya rojekê ya nobetê li dar xist. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li avahiya xwe çalakiya nobetê li dar xist. Beriya nobetê Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û got: “Em mirinên li pey pêk tên naxwazin. Em bang li cemaweriyê dikin ku hestiyar tevbigere. Em bang dikin ku hemû rayedaran dikin ku wezîfeyên xwe pêk bînin. Em dixwazin ku rayedar hiqûqên xwe yên qanûnî bikar bînin.” 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Mehmet Aker jî got heta daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û ji bo daxwaza wan bê qebûlkirin divê rêyên muzakereyê bê vekirin. 
 
‘BERPIRS WEZARETA DADÊ Û SEROKKOMAR IN’ 
 
Dayika Ozkan Yaşar ê li dijî tecrîdê 3 car in dikeve greva birçîbûnê Xezal Yaşar jî da zanîn ku kurê wê roj bi roj dihele û got: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Cenazeyek jî ji girtîgehê derkeve berpirsiyarên wê Wezareta Dadê û Serokkomar e.” 
 
Piştî çalakiyê rêveberên HDP’ê çûn serdana ÎHD’ê û çalakgeran ziyaret kirin. 
 
ÊLIH  
 
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî li avahiya xwe nobeta rojekê da destpêkirin. ÎHD’ê beriya nobetê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî beşdarî civînê bûn. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Aştiyeke bi rûmet" li xwe kirin û dovîzên “Birçîbûn dikuje” û “Deng bidin jiyanê” hildan û daxwaza xwe anîn ziman. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Prz. Devran Yildiz daxuyanî da û wiha bang li rayedaran kir: “Em dixwazin raya giştî ya demokratîk bêtir li hember daxwaza girtiyan hestiyar tevger bike. Ji bo rakirina tecrîdê însan dawî li jiyana xwe tînin û ev yek nayê qebûlkirin. Divê girtî serî li rêbazên çalakiyên wiha nedin. Divê Tirkiye dawî li binpêkirina qanûnên xwe bîne. Em hêvîdarin wê ev banga me bigîhîje wan û keskes dawî li jiyana xwe neynin, tecrîd rabe û grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin.” 
 
Malbatên girtiyan dê heta saet 21.00’an li avahiya ÎHD’ê nobetê bigirin. 

AMED


Li Amedê jî Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizraklî destek da çalakiyê. Daxuyanî ji hêla Serokê Şûbeya ÎHD'ê Abdullah Zeydan ve hate xwendin.
.
Zeytûn got divê desthilata siyasî bi berpirsyarî tevbigere û demildest tecrîê rake. Zeytûn her wiha diyar kir rewşa greva birçîbûnê ya ku bi hezaran kes didomînin hatiye ber rewşeke giran.

Zeytûn her wiha xwest ku şandeyên serbixwe û doktorên serbixwe biçin girtîgehan û got desthilata siyasî di vê mijarê de divê berpirsyariya xwe bibîne û van daxwazan bi cih bîne.

Di çalakiyê de bang li raya giştî hate kirin ku bihistyar bin.