ÎHD’ê li gelek bajaran polîtîkayên şer protesto kir

ÎHD’ê di “Nobeta Aştiyê” ku li gelek bajaran li dar xist de polîtîkayên şer protesto kir.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo li Tirkiyeyê aştî pêk were her roja înê ya destpêka mehê li hemû şaxên xwe bi awayekî hemwext ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist. 

EDENE

Di çalakiya nobetê ya li Şaxa ÎHD’a Edeneyê hate lidarxistin de bal hate kişandin ser texrîbata ekolojîk a polîtîkayên şer bûne sedem. Berdevkê Komîsyona Ekolojiyê yê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yaşar Gokoglû yê di nobetê de axivî, diyar kir ku texrîbata ekolojîk a li bajêr û binpêkirina mafan bi hemû leza xwe didome. 

MÊRSÎN 

Şaxa ÎHD’a Mêrsînê li avahiya komeleya xwe çalakiya nobetê li dar xist. Hevserokê Şaxê Hakki Demîr di nobeta ku Hêzên Ked û Demokrasiyê piştgirî daye de axivî û qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekîr Sitki Keçecî ku pişt re daxuyanî xwend diyar kir ku li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê li seranserê welat 14 Girtîgehên Tîpa F, 19 Girtîgehên Ewlehiya Bilind û 6 Girtîgehên Tîpa S hene. Keçecî, diyar kir ku şertên girtîgehan ewlehiya girtiyan têxe xetereyê. 

ENQERE

Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê jî di çalakiya nobetê ya li avahiya komeleyê hat lidarxistin de bal kişand ser zextên li ser zimanê zikmakî. Di nobetê de gelek kes û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîlîoglu û lêkolîner û nivîskar Huriye Şahîn amade bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku zimanê dayîkê mafekî ji dayikbûnê tê ye û got: “Mixabin li erdnîgariya em lê dijîn mafê zimanê zikmakî yek ji mafê herî zêde tê binpêkirine. Polîtîkayeke tevkujiyê hatiye meşandin. Ev neheqiyên li ser zimanê zikmakî qirkirin û qetlîaman dihewîne. Divê mafê zimanê zikmakî bê naskirin û der heqê vê de bi lezgînî sererastkirineke qanûnî bê kirin.”

Dû re lêkolîner û nivîskar Huriye Şahîn û Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllî axivîn. 

Piştî axaftinan bi Kurdî, Ermenkî, Gurcî û Erebî stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. 

HATAY

Şaxa ÎHD’a Hatayê û Nûnertiya Îskenderûnê jî li avahiyên xwe çalakiya nobetê lidarxistin. 

AMED 

Şaxa ÎHD’a Amedê çalakiya “Nobeta Aştiyê” li eywana civînê ya Vedat Aydin a komeleya xwe li dar xist. Di nobeta ku pankarta “Ji bo her kesî aştî” hate vekirin de Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanîstê (Egîtîm Sen) û Yekitiya Odeyên Avahîsa û Endezyaran a Tirk (TMMOB) tev li nobetê bûn. Di nobetê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Yakûp Guven metna çapemeniyê xwend. Guven destnîşan kir ku li herêmê mafên bingehîn ên mirovan nayên parastin û binpêkirina mafê jiyanê, êşkence û qedexekirina kiryarên nebaş rûtîn bûne û da zanîn ku binpêkirina mafan a li girtîgehan roj bi roj zêde dibe.