ÎHD'ê li 9 bajaran çalakî pêk anî: Bibin dengê jiyanê!

ÎHD'ê li 9 bajaran ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyan de hate gotin, "Deynê her kesî ye ku guh bide vî dengî" û işaret bi "bêhiqûqiya tecrîdê" hate kirin.

Endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin, li 9 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê.

Çalakî li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene, Wan, Mêrdîn, Mersîn, Êlih û Hatayê pêk hatin û li ser rewşa dawî ya grevên birçîbûnê agahî û hişyarî hatin dayin. Di daxuyaniyan de bang li rayedarên dewlet û hikumetê hate kirin ku bi berpirsyariya xwe rabin.

Di çalakiyên ÎHD'ê de bi sernavê "Bibin dengê jiyanê" daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku heta 12'ê Sibata 2019'an li 60 girtîgehan 321 girtî bi rengekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ne. Hate ragihandin, Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî zêdeyî 100 roj in di greva birçîbûnê de ye.

ÎHD'ê diyar kir, li gorî lêkolînên wan ên sê salên dawî, mafên ku vê demê tên binpêkirin ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Şert û mercên giran ên ku bûn sedema greva birçîbûnê, rê li ber wê yekê vekir ku çalakgerên greva birçîbûnê mirinê bidin pêş çavên xwe."

ÎHD'ê da xuyakirin ku kes û saziyên bandora wan li ser siyaset, medya, saziyên hiqûqê û raya giştî hene, di çarçoveya baweriya bi hiqûq û demokrasiyê re deyndar in ku bibin dengê van mirovên ku mirin dane pêş çavên xwe.

Di daxuyaniya ÎHD'ê de hate gotin, "Em di demeke welê de ne ku mafên mirovan di asteke bilind de tên binpêkirin, partiyên li meclîsê û yên li derveyî meclîsê divê hîn bêhtir dengê xwe derxînin."

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin wî bibînin û hate gotin, "Hiqûq li gorî rewşa siyasî ya kesan an jî li gorî sedemên hestewarî yên li dijî şexsan nabe bê guhertin. Di vê çarçoveyê de, Qanûna li ser Pêkanîna Tedbîrên Ewlekariyê û Ceza ya bi hejmara 5275'an mîna her kesî divê ji bo Ocalan jî derbas bibe. Daxwaza çalakgerên li dijî greva birçîbûnê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bicihanîna qanûnan e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li desthilatdariyê hate kirin ku bêyî tiştek bi kesî were û pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde rû bidin, li gorî hiqûqê tevbigerin.

Di daxuyaniya ÎHD'ê de hate gotin, "Em bang li partiyên mûxalefetê, baroyan, saziyên çapemeniyê û rêxistinên civakî yên sivîl dikin ku di vî warî de bikevin nava liv û tevgerê. Bi navê ÎHD'ê em ê rewşa çalakgerên greva birçîbûnê her bişopînin û li ser binpêkirina mafên mirovan raporan amade bikin. Em dixwazin ragihînin ku em amade ne ji bo bidawîbûna grevên birçîbûnê çi ji destê me bê bikin."