ÎHD'ê giliyê sûcdaran kir

ÎHD'ê têkildarî êşkenceya gardiyanan a li zarokê bi navê F.T giliyê sûc li Saziya Înfaz û Ceza ya Zarok û Ciwanan a Amedê kir.

Li ser êrîşa gardiyanan a li Saziya Înfaz û Ceza ya Zarok û Ciwanan a Amedê ya 1’ê Mijdarê ya li ser zarokê bi navê F.T (16) Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) serdana girtîgehê kir û bi F.T re hevdîtin kir.

Di hevdîtina li gel F.T de hate kirin F.T têkildarî êrîşa 1’ê Mijdarê anî ziman ku dema pirtûk dixwend gardiyanê bi navê H. xwestiye wî bifetisîne û ew gef kiriye. Rêveberên ÎHD’ê diyar kir ku tiştên bi serê F. T hatine ji midûrê girtîgehê re jî gotiye û gilî kiriye û rapora derbkirinê jî girtiye. Hate zanîn ku hê jî gardiyan li ser erka xwe ye.

ÎHD giliyê sûc li Dozgeriya Girtîgehê daye. Di gilînameyê de ev tişt tê gotin: “Li ser gotin û îfadeyên F.T bi taybet personelên we hem fîzîkî û hem jî pîskolojîk êşkence û nêzîkatiyên xirab li ser F.T kiriye. Ev kiryarên dikeve nava sûcên li dijî mirovahiyê, ev yek ji aliyê yek ji mehmûrên saziya înfazê yê ku hê jî li ser erka xwe ye ve hatiye kirin. Divê ev yek bi zelalî bê lêkolînkirin, divê delîl bên berhevkirin.”