ÎHD’ê çavdêriyên xwe yên hilbijartinê kir rapor

ÎHD’ê, di rapora xwe ya li ser raçavkirina hilbijartinan de, diyar kir ku bi berhevkî û aşkerehî deng hatine dayîn, ber li mişahid û nûnerên partiyan hatiye girtin û tundiya fizîkî jî di nav de, binpêkarî çêbûne.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çavdêrî û nirxandinên li ser Hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê û Tûra Duduyan a Serokkomariya parve kirin.

Di rapora ÎHD’ê de wiha hatiye nivîsîn: “Tûra Duduyan a hilbijartina serokkomariyê, hat peyitandin ku berhevkî û bi eşkerehî deng hatine dayîn, rê li ber mişahid û nûnerên partiyan hatiye girtin, tundiya fizîkî jî di nav de, binpêkarî çêbûne. Ji bo hilbijartin bi awayekê adilane çêbibin, di serî de YSK, em bang li rayedarên giştî dikin ku li gor standardên mafên mirovan bi erka xwe rabibin.”

450 ÎHD’YIYAN HILBIJARTIN ŞOPAND

Di raporê de îşaret pê hat kirin ku ji bo hilbijartin bi awayekê adilane û bi ewlehî bên kirin, divê namzed û partiyên siyasî bikarin bi serbestî propagandaya xwe bikin û daxuyanî bi berdewamî wiha bû: “Lê mixabin li Tirkiyeyê ji xeynî sererastkirinên bisînorker û zagonî pêkanînên pir tund hene. Di van hilbijartinan de me bi 450 endam û rêveberên komeleyê li 27 şax û 7 nûnertiyên ÎHD’ê, me, xebata ‘Şopandina Hilbijartinê ya Serbixwe’ bi rê ve kir. “

BINPÊKIRINA HILBIJARTINAN

ÎHD’ê, bi rapora xwe ya bi 18 rûpelan, hin binpêkarî wiha rêz bi rêz kirin:

“* Tevî îtirazên ku hatin kirin, YSK’ê namzediya Erdogan qebûl kir.

* Bi taybetî bi destgîrkirin û girtina endamên HDP’ê, Partiya Çepên Kesk û partiyên din ên çepgir, parêzer û mişahidan wd. xebatên partiyên muxalîf hatine astengkirin û ketine hewila krîmînalîzekirinê.

* TRT ku saziyeke dewletê ye, beriya hilbijartinan jî bû navgîneke propagandaya hilbijartinê. Tim hat hiştin ku propagandaya desthilata siyasî di TRT’ê de bê weşandin, lê hema bibêje qet cih ji bo muxalefan nehat dayîn.

* Hat eşkerekirin ku li gundê Gevozî yê navçeya Kolik a Semsûrê, birayên Serokê Bajêr ê AKP’ê tevî xizmên xwe bi peywirdarên cendirmeyê re dengê xwe bi eşkerehî daye.

*Li Amedê, nêzîkê 200 kesan, ji ber ku bêyî ji wan re bê gotin kirine endamên desteya sindoqê, lewma wan nekariye dengê xwe bidin. Ji hilbijêran re li ser sindoqan hat gotin ku ew nikarin dengê xwe bidin.

* Li Dîlokê li gor îdiayan 1000 hilbijêran bêyî ku ji wan re bibêjin, li ser navê Partiya Vatanê ew kirine mişahid, lewma wan nekariye dengê xwe bidin.

* Hat ragihandin ku li gundê Alacali yê navçeya Heranê ya Rihay mêran li şûna jinan jî deng dane.

* Hin gundên AKP’ê û MHP’ê deng lê girtine, hin endamên desteya sindoqê û mişahid nexistine nav gund.

* Di serî de ku cerdevan lê ne, deng berhevkî hatine dayîn.

* Li hin gundan mêran dengên jinan jî dane.

* Hat zanîn ku gava dengdayînê, li Hasamamê û navenda Sincikê berhevkî deng hatine dayîn, midaxeleyê parêzerên CHP’yî hatiye kirin.

Enqere-Çankaya: Li Lîseya Anadolû ya Mîmar Kemal a Kocatepeyê 3 kesên hewil daye bi nasnameyên sexte deng bidin, hatine tespîtkirin, yekî/ê deng daye, du hatine astengkirin Çewlig: Piştî îxbara ji bo dengdayîna berhevkî ku şandeya CHP’ê çûyê gundê Çawişî, kesên berhevkî deng dane nehiştine şande bikeve nav gund.

* Li gundê Arikok ê navçeya Hewengê ya Rihayê, 600 deng ji bo Erdogan hatine dayîn, nehatiye hiştin ku welatî dengê xwe bidin.

* Yalova: Hatiye tespîtkirin ku zerfên qatkirî ji der ve anîne.”