Îfadeya Baydemîr ji danê sibehê re ma

Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê, karê girtina îfadeya Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr ji danê sibehê re hişt. Baydemîr wê bi rêya SEGBÎS'ê îfadeyê bide.

Parlamenterê Rihayê yê HDP'yî Osman Baydemîr ku li Îzmîrê hate binçavkirin û li Mêvanxaneya SGK tê girtin, ji ber ku Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê ne amade ye, girtina îfadeya wî ji danê sibehê re hate hiştin. Wê danê sibehê saet 9'an Baydemîr bibin Edliyeya Îzmîrê û bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) îfadeyê bide.

Baydemîr xwestibû destwerdana 27'ê Kanûna 2015'an a li cenazeyên li navçeya Cizîr a Şirnexê şermezar bike û ji ber vê yekê bi îdîaya "li ber qanûna civîn, meş û xwepêşandanê rabûye" doz lê hatibû vekirin. Ji ber vê dozê wê îfadeya Baydemîr bê girtin.