Êşkence li girtiyan tê kirin!

AKP'ê bi Rewşa Awarte re êrîşên xwe zêde kir. Li Mersînê rojnamevan Erdogan Alayûmat û Serkan Erdogan jî di nav de êşkence li girtiyan hate kirin.

AKP êrîşên xwe yên li ser girtiyan didomîne.

MERSÎN

Li girtîgeha Tarsûsê nûçegîhanê dîhaber a ku hatibû girtin Erdogan Alayûmat û xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Serkan Erdogan jî di nav de êşkence li girtiyan hate kirin. Parêzerê girtiyan Tûgay Bek diyar kir ku nêzî 20, 30 gardiyanan êrîşî girtiyan kirine.

Bek diyar kir, ji ber ku gardiyanan ji girtiyan xwestine ku li ser pêyan di rêzekê de bisekinin û bi vî awayî ew ê wan bijmêrin û girtiyan ev tişt qebûl nekirine, gardiyanan êrîşî girtiyan kirine. Girtiyên bi navê Erdogan Alayûmat û Zekî Çîçek di korîdorê de bi erdê ve hatine kaşkirin û ew birine ‘Odeya bi sînger.’ Dema ku girtî birine vê odeyê jî ew şûtî tazî kirine.

Parêzer Bek diyar kir ku, girtiyê bi navê Hayrûllah Tûran jî di 23’ê Îlona 2017’an de ji Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa Fyê anîne Girtîgeha Tarsûsê ya T2. Dema ew anîne vê girtîgehê jî ew tazî kirine. Ji ber ku girtî ev tişt qebûl nekiriye, li muwekîlên wî dane û kincên wî ji wî kirine.

Bek dîsa destnîşan kir ku girtiyê bi navê Serkan Aydogan di 3’ê Cotmehê de ji ber ku riha xwe kur nekiriye, 30 gardiyanan êrîşî wî kirine û heqaret lê kirine.

Parêzer Bek ji ber van êrîş û zextên li ser muwekîlên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê giliyê sûc kir.

DUZCE

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê jî hemû cil û berg û alavên girtiyan hatine berhevkirin û cilên yekcureyî li ser girtiyan hatiye ferzkirin. Malbatên ku duh çûn hevdîtinan, piştî hevdîtinê alavên girtiyan teslîmî wan hate kirin.

MAMOSTE JÎ GIRTÎ NE

Li Tirkiyeyê gelek mamoste jî 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê di girtîgehê de ne. 

Bi îxrac û girtinan li ser mamosteyan re, piştî pêngava derbeyê 26 mamosteyên endamên Egîtîm-Senê di  girtîgehê de ne.