Êrîşî rojnamevanan kirin, ji ber navbera fîzîkî jî ceza li wan birîn

Polîsan êrîş bire ser rojnamevanên ku berxwedana serokên baroyan dişopandin, ceza li wan birîn. Nêzîkatiyên xirab li rojnamevanên dema destgîrkiribûn, hate kirin.

Çalakiya serokên baroyan a li ber Meclîsê dewam dike, li dijî ‘qedexekirina’ çalakiya wan û gilî bikin dîsa ji bo daxuyaniyek bidin, ber bi Edliyeya Enqerê ketin rê.

Rojnamevanên ku dema serokên baroyan ji ber derê Meclîsê bi rê diketin dişopandin, polîsan êrîşî wan kirin. Polîsan li xebatkarên Ajansa Mezopotamya (MA) û Arti TV jî di nav de ji ber navbera fîzîkî ceza li gelek rojnamevanan birîn.

Nûnera Arti TV a Enqerê Sîbel Hurtaş ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Hurtaş got: “Ez hatim destgîrkirin. Dema dibirin qereqolê nêzîkatiyên xiram li min kirin.”