Êrîşî HDP’yiyan hate kirin, hat dîtin ku kîsên dengan çiriyayî ne
Di dema dengdayînê de gelek binpêkirin hate kirin. Êrîşî HDP’yiyan hate kirin û kîsên dengan ên çirandî hatin dîtin.
Di dema dengdayînê de gelek binpêkirin hate kirin. Êrîşî HDP’yiyan hate kirin û kîsên dengan ên çirandî hatin dîtin.
Dengdayîna ji bo hilbijartina serokkomariyê û ya giştî didome.
ÊRÎŞÎ HDP’Ê HATE KIRIN, KÎSÊN DENGAN ÊN ÇIRIYAYÎ HATIN DÎTIN…
Hin binpêkirinên hatine jiyîn wisa ye…
*Li Stenbolê li Dibistana Hasan Kagnici ya Taxa Demîrkapiyê wesayîtên bêplaka hatin dîtin.
*Li Bakirkoy û derdora wê endamên AKP’ê qordeleya şîn bi ber xwe kirin.
*Li Zeytînbûrnûya Stenbolê, li Dibistana Kazliçeşme ya Abay Îmam Hatîbê beriya ku dengdan were destpêkirin, komeke ji 50 kesan pêk dihat, êrîşî HDP’yiyan kir.
*Li Denîzliyê li taxa Merkez Efefnî hate dîtin ku kîsên dengdanê yên ku ew ê ji 12 dibistanan re bihata şandin, hatine çirandin û ambalaja li ser zerf û pûsûlayan jî hatiye vekirin.