'Li Tirkiyeyê şerê psîkolojîk ji şerê rastî girantir e'

Li Tirkiyeyê ku bi dehan sal in nijadperestî li Kurdan tê kirin, vê dema dawiyê koçber û penaber jî dibin hedefa êrişên nijadperestiyê.

Qenala France 24 bal kişand ser fikarên ji ber dijminatiya li biyaniyan zêde bûye. Bi taybetî koçberên Ereb ên li Bolûyê qala nêzîkatiyên nijadperestiyê kirin.

Koçberekî Ereb ê ji Iraqê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku beriya heft salan li Bolûyê bi cih bûye û got, "Li vê derê di navbera Iraqî yan jî Sûriyeyan de cudahî nayê kirin. Beriya çend mehan li Sûriyeyê leşkerên Tirk mirin. Ereb hemû ji vê yekê berpirsyar dîtin. Gotin 'Biçin mala xwe, şer bikin, em çima li şûna we li welatê we dimirin'. Çima vê kêmasiyê bixin stuyê min?"

Koçberê Iraqî ragihand ku ew ji şer reviya ye, lê niha cûreyekî din ê tundiyê lê tê kirin û got, "Şerê psîkolojîk ji şerê rastî bêhtir nebaş e. Dema ku em dixebitin, mîna ku em gelekî dewlemend in û karê wan ji wan standine, bi wî rengî li me dinihêrin. Ev yek ji şerê bi çekên rastî girantir e."

Di nûçeya France 24 de qala pêkanînên nijadperestî yên Şaredariya Bolûyê yên li dijî biyaniyan hate kirin û hate ragihandin ku bi nebaşbûna aboriya Tirkiyeyê re ev rewş hîn girantir bûye.

Nava vê hefteyê li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê penaberekî ji Sûriyeyê di encama êrişeke nijadperestî de jiyana xwe ji dest da.