'Êrîşên li ser goristanan sedema serhildan û tolhildanê ye'

Koordînasyona YPS-YPS-JIN’ê bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser goristanên şervanên azadiyê de û got, ‘’êrîş sedema serhildan û tolhildanê ye’’.

Koordînasyona YPS-YPS-JIN’ê di daxuyanyê de got, ‘’şehîd afirînerên  nirxên gelê Kurd in, heke îro gotinek li ser Kurdan tê gotin, avakirina jiyana azad li Kurdistanê dibe mijar ev bi keda mezin a şehîdan e’’ û diyar kir û ji bilî vê hebûna gelê Kurd hatiye dorpêçkirin, hatiye xwestin ku bi komkujiyan tine bikin.

‘ÊRÎŞÊN SÎSTEMATÎK IN, ARMANC BÊDÎROKKIRINA KURDAN E’

Koordînasyonê bi berdewamî di daxuyaniya xwe de got, ‘pergala mêtinger û faşîst ya Tirk ku baş dizane ev wiha ye hê ji roja pêşî ve herî zêde êrîş bi ser nirxên me de aniye’’ û bal kişande ser polîtîkaya dewleta Tirk a li ser cenazeyên pêşeng û têkoşerên Kurdan û mînaka Şêx Seyîd, Seyîd Riza da, ku çawa cenazeyên wan hatine windakirin û her wiha êşkenceya li ser cenazeyên gerîla bi bîr xist.

Koordînasyona YPS-YPS-JIN’ê di daxuyaniya xwe de diyra kir ku ev êrîşên dewleta Tirk bi ‘dînîtiyê nikare were ravekirin, ev polîtîkayeke kûr û sîstematîk e. Ev pêkanîn, êrîşên li ser mejî û dîroka Kurdan e, ya bi mebesta bêdîrokkirina Kurdan e.’’

‘BI GIYANÊ SERÎ HILDE RABIN TOLHILDANÊ’

YPS-YPS-JIN’ê bi berdewamî bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk a bi ser goristanên şervanên azadiyê de û got, ‘’Îro li gelek deverên Kurdistanê bi taybetî êrîşê bi ser goristanên şehîdan de dibin û herî dawî êrîş birin ser goristana gerilayan a Garzanê ya Amedê, ev berdewamiya heman karakterê dewleta faşîst-mêtinger a Tirk e. Êrîşên ku têne kirin bi zanebûn in û bi armanc in.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin li dijî van êrîşan parastina nirxan parastina gewherî ye û bi domdarî, ‘’Êrîşên ku li ser şehîdgehên  me dibin, sedema herî esîl ya serhildan û tolhildana me ye. Li hemberî van êrîşan, parastina cewherî ya bi zanebûn, bersiveke bêsînor û tund erkê sereke yê bi mebesta parastina rûmeta mirovahiyê ye. Di vî warî de tengkirina cîhanê ya li êrîşkaran, tolhildan, parastina gewherî peywira her Kurdî ye. Ev erk bi fermandariya şehîdên me gav bi gav wê were pêkanîn. Ev erk erkê herî sereke û û bêhempa ye. Bi vê zanebûnê, li dijî van êrîşan em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi giyanê ‘Serî Hilde’ bi tolhildanê rabin, bi zanîna parastina gewherî li erkên xwe xwedî derkevin.’’