Êrîşên li ser girtiyên siyasî didomin

Êrîş û zextên li ser girtiyên siyasî didomin, malbatan banga bihistyariyê kirin. Li gelek girtîgehan li girtiyan dixin.

Rejîma AKP-MHP’ê li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê didomîne. Girtiyên siyasî ku di nav wan de ên nexweş jî hene bi fermana rejîmê zext li ser wan tê danîn lê nikarin vîna wan dîl bigirin. Malbata li berxwedana girtiyan xwedî dertên û ji raya giştî benda bihîstyariyê ne.

STENBOL

Saziya İnfaza Cezayê ya bi Nimroya 5 a Silîvriyê ku gelek caran bi zext û binpêkirina mafan a li ser girtiyan tê rojevê vê carê jî hate dîsa hate rojevê; li girtîgehê girtiyên siyasî bi girtiyên DAÎŞ’î û edlî re wan derdixin revîrê.

Girtiyê bi navê Vedat Çelîk bi telefonê agahî da malbatê û got li gel ku ew bi rêveberiya girtîgehê re axivî ne jî ti guherîne nebûye. Girtî û malbat ji raya giştî li benda bihîstyariyê ne û hate gotin malbat wê serî li ÎHD’ê bidin.

BOLU

Xwîşka girtiyê bi navê Ergîn Atabey, Şîlan Atabey li ser rewşa birayê xwe yê ku ev 20 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bolûyê ye gotinên birayê xwe veguhazt: ‘’Şertên li girtîgehê pir xirab in. Bi rengekî kêfî li odeyan digerin, belav dikin. Radyo ji dest girtiyan hatine standin. Kovar û rojnameyena nadin. Serê 15 rojan dikarîbûn biaxivin lê niha ev jî nema. Dema ku bi telefonê diaxivin dibêjin rewşa wan baş e û digirin. Ji bo ku li dijî kincên yek reng dertên êşkence li wan tê kirin. Destê hinan ji wan werimî ye û şîn û reş bûye.’’

Atabey got dema ku ew diçene hevdîtinê serê xwe ji kincên wan jî diêşînin û ji bo ku di piyê hin dayikan de platîn heye nahêlin ku bikevine hundir.

GEBZE

Hafîze Şahîn ku keça wê ya 12 sal in girtî ye, Şehnaz Şahîn li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne, li ser axaftina bi keça xwe re wiha got: ‘’Rêveberiya girtîgehê pir zextê li ser wan dike. Bi van zextan dixwazin kincên yek reng bînin. Keça min û hevalên wê dibêjin ew ê kincên yek reng qebûl nekin. Em heta dawiyê li pey biryara zarokên xwe ne. Bi vê ferzkirinê neheqiyeke mezin li me û zarokên me dikin. Kincên yek reng êşkence ye. Tayyîp Erdogan bi tiştên ku anî serê mirovan, civake wê çawa hesab bide xwedê?’’

Malbatan banga bihîstyariyê kirin.

TOKAT

Rayedarên Girtîgeha Tokatê, pirtîka Dag Kokusu a nivîskar-şaîr Seyît Oktay ê 24 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta “Propagandeya rêxistinê dike” nadin wî.

Rayedarên Girtîgeha Tîpa T Tokatê, pirtûka Dag Kokusu (Kalbini Arayan, Kavmin Oykuleri) a nivîskar-şaîr Seyît Oktay ê 24 sal in di girtîgehê de ye, nadin wî. Rayedarên girtîgehê pirtûka di sala 2015’an de ji aliyê Weşanxaneya Ceylan ve hat çapkirin, bi hinceta li ser qapaxa pirtûkê wêneyê jineke PKK’î heye û “Propagandeya rêxistinê dike” nadin Oktay.

'ARMANC TECRÎT E'

Oktay der barê bûyer diyar kir ku berê jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi heman pêkanînan re rû bi rû mabû û wiha got: “Ji ber pêkanînên kêfî, min ji pirtûkên ku min nivîsandine mehrûm dikin. Bêguman ev pêkanîn, li gorî bêmafiyên li girtîgehan tên jiyîn ne tiştek e. Ne tenê pirtûka min, hemû pirtûkan nadin hûndir, li gel vê yekê jî hîna tu hincet nîşan nedane. Bi vê armanc dikin ku li ser girtiyan tecrîtek girankirî bidin meşandin.”

Ligel pirtûkên Dag Kokusu (Kalbini Arayan, Kavmin Oykuleri) û Arami Tabletleri (Yitigin Destani) gelek pirtûkên çîrok û helbestên Oktay hene. Oktay berê di Pêşbirka Çîrokan a Îsmet Baycan de bûbû yekemîn û di Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Çelebî de jî du caran bûbû duyemîn û xelat girtibûn.

Pirtûka Oktay a Aryen Med Destani (Bir Peri Masali Bir İnsan Hikayesî) ya herî dawî di girtîgehê nivîsandî, dê di demek kin de bigihê ber destên xwendevanên xwe.

XARPÊT

Li Girtîgeha Xarpêtê ku girtî tên îşkencekirin, her diçe êrîş û muamaleyên xirab zêdetir dibin. Yek ji xizmên girtiyan Şiyar Demîr, got kesên li girtîgehê êrîşî girtiyan dikin "dijminên sondxwarî" ne.

Li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê ku bi binpêkirinên mafên mirovan û kirinên dermirovî di rojevê de ye, zext û zoriyên li ser girtiyan didomin. Hevserokê HDP'ê yê Xarpêtê Osman Gorguluer, diyar kir ku Girtîgeha Xarpêtê wekî herêma pîlot hatiye hilbijartin û mafên mirovan tên binpêkirin. Gorguluer got: "Em dibêjin herêma pîlot. Çimkî rabirdûyeke dîrokî ya vê yekê heye. Dema polîtîkaya bişavtinê xistin dewrê, wekî herêma pîlot ewil Xarpêt hat hilbijartin. Di asîmlekirina gelê kurd de herêma pîlot a ewil xarpêt e. Herêma pîlot ev e. Paşperdeyeke wê ya dîrokî heye. Ev xwe dispêre heta dîroka komarê."

BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE DIBIN

Gorguluer, destnîşan kir ku girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê tên îşkencekirin û got: "Ji ber girtî li dijî jimariyê derdikevin, tên derbkirin. Li vir eziyeteke dijwar heye. Her diçe rewş xerabtir dibe. Bi feraseteke faşîst û çewisîner êrîş dikin. Ya tê kirin zilm e, divê demildest rê li ber bê girtin."

LI QAWÎŞÊN 3 KESÎ JIMARÎ TÊ FERZKIRIN

Şiyar Demîr, birayê Nevzat Demîrê ku 23 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Xarpêtê de ye, roja duşemê çû girtîgehê û tiştên li girtîgehê dîtin got: "Ev du hefte ne ev kirin zêdetir bûne. Bi her cure muameleyên xerab re rû bi rû ne. Li qawîşên 3 kesî jimariya li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin. Li cihekî sê kesî, mirov ji mazgalê jî binere bes e. Lê belê ji bo her cure îşkenceyê li girtiyan ferz bikin, ev yek hatiye fermankirin. Tiştên tên kirin îşkenceyeke sîstematîk e."

‘LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ DIJMINEKÎ SONDXWARÎ HEYE'

Demîr, destnîşan kir ku ji ber kirinên li girtîgehê şik û gumanên wan zêde bûne û got: "Dema çewisandin bidomin, wê mirin jî çê bibin. Wê ev wisa nedome. Wê di cihekî de biteqe. Dixwazin girtî leşkerîtiyê ji wan re bikin. Tu dibê qey li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye. Ji bo van tiştan bînin serê mirovên li wir sond xwarine. Ji bo li Girtîgeha Xarpêtê mirin rû nedin, divê demildest her kes tev bigere. 23 sal in kekê min di girtîgehê de ye. Piştî vî saetê bimire jî wê pir tiştek neguhere. Lê tiştên tên kirin ji kîn û nefretê pêvtir ne tu tişt in jî."

ÎHD: JI MIRINAN HIKÛMET BERPIRS E

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan li girtîgehan hezar û 25 nexweş hene ku ji van 357 li ber mirinê ne.

Serokê Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê Racî Bilîdî got astengkirina tedawiya girtiyên nexweş tê maneya darvekirina girtiyan e. Bilîcî got ji her mirina li girtîgehê Wezareta Dadmendiyê berpirs e.