Êrîşên dewleta Tirkiyeyê li Sydneyê hate protestokirin

Li bajarê Sydneyê yê Avûstralyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi çalakiyên girseyî hate protestokirin.

Bi sedan Kurdistanî, nûnerên rêxistinên civakî yên sîvîl  û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk Ronahî Qendîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî destkeftiyên Kurdan dike.

Parlementerê Partiya Keskan a NSW’ê Jamîe Parker jî di çalakiyê de axivî û got “Dinya li hemberî vê hovîtiyê bêdeng dimîne.”

Endamê damezirîner ê Partiya Keskan ê Avûstralyayê Hall Green jî diyar kir ku,  Partiya wan ew ê her dem li ba têkoşîna gelê Kurd be. Green xwest ku mîmarê vê têkoşîna bi rûmet Rêzdar Ocalan jî serbest were berdan.

Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê qatil’, û ‘Efrîn ne bi tenê ye’ bi dawî bû.a