Êrişên dewleta Tirk li Saratovê hatin şermezarkirin
Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Kurdên li gundê Yûjnî yê navçeya Yerşov a bajarê Saratovê yê Rûsyayê, ji bo êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar bikin li hev kom bûn.
Şêniyên gund diyar kirin, ku ew êrişên dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li pêşberî van êrişan qebûl nake.
Bi vê armancê daxuyaniyek hate dayin û Mûstafa Bakî bi navê xwepêşandêran axivî.
Mûstafa Bakî diyar kir, ku gelê Kurd mîna hemû gelên dinyayê dixwaze li welatê xwe bi rengekî azad bijî û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.
Ji beşdaran Sûltan Bakî jî bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi taybetî PDK'ê kir ku dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker bîne û ji bo yekîtiyê bang li gelê Kurd kir.
Xezala Bakî jî bêdengiya raya giştî ya cîhanê bi bîr xist û bang kir ku li ber êrişên li dijî Kurdan rabin.