Êrîşên dewleta Tirk li Romayê hatin şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Îtalya Romayê bi du çalakiyan hatin şermezarkirin.

Çalakiya destpêkê bi pêşengiya Partiya Demokrat pêk hat. Nêzî 40 parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiya li Pîazza della Rotanda bûn.

Sekretera Giştî ya Partiya Demokrat Nîcola Zîngarettî, Sekretera Giştî ya Partiya Radîkal Emma Bonmî, Seroka berê ya Meclîsa Îtalyayê Laûra Bodîrînî, lîdera Partiya Çep a Îtalyayê Nîcola Fratîanî û ji ÛÎKÎ Yilmaz Orkan li çalakiyê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku divê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên rawestandin û di pratîkê de tavilê dawî li komkujiyan bê anîn. Her wiha hate destnîşankirin ku divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê qedexekirin.

Çalakiya duyemîn jî ji aliyê Îtalyaniyan ve hate pêkanîn. Di çalakiyê de ya li Cîampîgnoyê êrîşên li dijî Rojava hatin şermezarkirin û ji bo alîkariya mirovî hate xwestin, ku korîdorek tavilê bê afirandin.

Her wiha hate xwestin ku qada hewayî ya herêmê li dewleta Tirk bê qedexekirin.