Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Êrişên dagirkeriyê û komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li bajarên Bremen, Frankfûrt, Hannover û Kassel ên Elmanyayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.

Li dijî êriên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li gelek bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin.

Li Bremenê tevî nûnerên Cemxaneyê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), YNK, Yekîtî Sûrî, PYD'ê bi sedan Kurdistanî li mîtîngekê li hev civiyan. Di mîtîngê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û hate bibîrxistin ku heta niha ji ber van êrişan bi dehan sivîlî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji ber êrişan gelek gundî neçar mane warê xwe biterikînin û bêdengiya hikumeta Başûr a li pêşberî dagirkeriyê hate şermezarkirin. Di mîtîngê de her wiha bang li welatên Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi pêşengiya NCDK û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, meş û mîtîngek hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe li gar a trenê ya Frankfûrtê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk bila destê xwe ji Rojava û Şengalê vekişîne" hate hildan û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî şoreşa Rojava" hatin qîrîn. Di dawiya meşê de li Haûptwacheyê mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran diyar kirin ku têkoşîna li dijî faşîzmê divê bi xurtî bê meşandin û destnîşan kirin ku dewletên Ewropayê divê li dijî êrişên dewleta Tirk berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

KASSEL

Bi pêşengiya NCDK a Kasselê û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad bi dirûşma "Komkujiya li Kurdistanê rawestîne, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bisekinîne" çalakiyek hate lidarxistin. Bi sedan kes êvarê li meydana Halîtê li hev kom bûn û heta ber febrîqeya çekan a Kraûss Maffeî Wegmannê meşiyan. Di çalakiyê de li ser hevkariya Erdogan û dewleta Elman belavok hate xwendin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Li gel wêneyên Zîlan alên TJK-E, YPG, YPJ û TEV-DEM'ê hatin hildan. Hevserokê NCDK a Hannoverê Yaser Alp, Hevseroka FED-DEM'ê Hekîma Yoûsef û Berdevkê FED-DEM'ê yê eyaleta Saksonya Jêrîn Letîf Karataş li qada çalakiyê axivîn.