Êrîşa li ser Dayikên Şemiyê didome, girse li ber xwe dide

Êrîşên polîsan ên li ser Dayikên Şemiyê didome, girseyê li ser berxwedanê biryar da. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan got, ‘’Welatekî wiha hatiye  çêkirin ku ji qêrîna bêdeng a dayikan ditirsin.’’

Êrîşa polîsên Tirk ên li ser Dayikên Şemiyê û berxwedana girseyê didome. Gelek kesên ku li kafeyên derdorê û meydanan disekinîn bi lêxistinê hatin destgîrkirin, polîsê ku çalakger destgîr dikir got, ‘’hûn bêbextiyê li welêt dikin’’. Gelek kes ji ber gaza îsotê êşiyan.

Endamên Şûbeya Stenbolê ya ÎHD’ê, Midûrê Karê Nivîsê yê rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Serokê Giştî yê DÎSK/Çapmeniyê-Kar Farûk Eren û gelek kes hatin destgîrkrin.

GULEYÊN PLASTÎK AVÊTIN PARLAMENTERAN

Polîsan êrîş bire ser girseya ku biryardar in ku meydanê bernedin, ku di nav girseyê de Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî hebû. Hate dîtin ku guleyên plastîk avêtin lingên parlamenterên HDP’ê û CHP’ê ku li ber TOMA’yê rawestiyabûn.

‘JI DAYIKAN DITIRSIN’

Buldan got, ‘’Welatekî wiha çêkirine ku ji qêrîna bêdeng a dayikan ditirsin. Ev qasî jî bêexlaqî nabe. Ev 700 heftî ne em li hestiyên zarokên xwe digerin. Heta ku em hestiyên zarokên xwe nebinin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Îro ez bi tena serê xwe jî bimînim, ez ê li vê meydanê rûnim.’’

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan jî bi polîsan re nîqaş kir. Amirê polîsan ji Paylan re got, ‘’Polîsên min çi hewce bin wê bikin’’. Paylan jî got, ‘’Çerxa felekê wê bizîvire.’’

STRANA ‘BENÎ BUL ANNE’ (DAYÊ MIN BIBÎNE) OLAN DIDE

Polîsan xwestin ku bikevin avahiya Rêxistina Navçeyê ya CHP’ê ya Beyogluyê.

Piştî ku girse li hev kom bû, hin kafeyan strana ‘Benî Bul Anne’ lêxistin. Medyana Galatasarayê bi vê stranê olan dide.

LI GEL ÊRÎŞÊ JÎ ÇALAKÎ DIDOME

Beşek ji xizmên nebediyan li ber Navenda Kirînfirotinê ya Odakuleyê ya Kola Îstîklalê çalakiya rûniştinê kirin.  Polîsan bi gazê êrîş bire ser komê.

Girse bi dirûşma, ‘’Ev hê destpêk e, têkoşîn didome’, bi çepikan disekine.