BI DÎMEN

Êrîşa li ser çand û zimanê Kurd: Em xwedî li zimanê xwe derdikevin

Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asena anî ziman ku serdegirtina li MED-DEER û Payîz Pirtûkê parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e û destnîşan kir ku li gel zext û binçavkirinê jî ew ê ji bo zimanê Kurd li ber xwe bidin.

BERXWEDANA JI BO ZIMANÊ KURDÎ

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya li Amedê de polîsan avêtin ser Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) û pirtûkxaneya Payîz Pirtûkê. Bi biryara Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya 4'emîn a li Amedê gleek pirtûk, kovar, rojname û materyalên dîjîtal ên li komele û pirtûkxaneyê hatin desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de li taxa Bagcilar a navçeya rezanê jî serdegirtin li Kooperatîfa Perwerdeya Huner û Ziman a Ankayê hate kirin. Hate ragihandin ku di serdegirtinê de hard dîskên kompûterên li kooperatîfê hatin desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hevserokên MED-DER'ê jî di nav de 23 kes hatin binçavkirin.

Xebatkarê MED-DER'ê Mehmet Asena zextên li ser saziyên Kurdan ji ANF'ê re nirxand û got, "Ev binçavkirin û serdegirtin êrîşeke topyekûn a li dijî Kurdî ye. Ev rewş rewşeke nû nîne. Êrîşên li ser Kurdî rojên dawî hîn giran bûn. Bi taybetî bi zêdebûna karên ji bo Kurdî re êrîş jî roj bi roj zêede bûn. Gelê Kurd jî nîşan da ku ziman xeta wan a sor e. Ji nivîsên bi Kurdî yên li ser rê heta bi çand, govend û stranên Kurdî li hemberî van êrîşan bûn berxwedaneke topyekûn. Ji ber ku çand û zimanê Kurd di bin êrîşeke topyekûn de ne."

'EV ÊRÎŞ ENCAMA NÊZÎKATIYEKE DIJMINANE YA LI HEMBERÎ ZIMAN E'

Asena bi dewamî got, "Ev êrîş dewama polîtîkayên şerê taybet e. Kîjan sazî li qada ziman kar bike, hîn bêhtir bi ser wê saziyê ve diçin. Weke MED-DER bi taybetî payîzê bi serlêdanên ji bo ziman û baldariya gel a ji bo zimanê xwe, bû sedem ku êrîşên bi vî rengî destpê bikin. Ev rewş nîşaneya dijminatiya wan a li gel û zimanê Kurd e. Em bi vî rengî dinirxînin. Li hemberî van êrîşan em serî natewînin. Di nava berxwedaneke topyekûn de em ê ziman û çanda xwe biparêzin. Ev konsepta êrîşê êrîşeke ji rêzê nîne. Dema ku mirov li yên binçavkirî dinihêrin dibînin ku hevalên me yên di zimanê Kurd de li pêş bûn hatin binçavkirin. Ji ber vê jî dibêjim, li hemberî vî zimanî helwesteke dijminane û tasfiyekirinê tê nîşandan."

'EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'

Mehmet Asena destnîşan kir ku li gel hemû êrîşên li ser Kurdî wê dest ji têkoşînê bernedin û got, "Bi êrîşên li ser zimanê Kurdî hewl didin vê têkoşînê asteng bikin, lê belê şaş dikin. Ev gel wê têkoşîna ji bo zimanê xwe dewam bike. Ji vê derê bang li gelê me dikim; xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila her kes zimanê xwe hîn bibe, bide hînkirin. Ev ziman wê tine nebe. Bi hezaran sal in ev ziman, ev gel li ser piyan maye; lewma ev ziman û gel neçar e ku îro jî li ser piyan bimîne. Divê em wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Li hemberî van êrîşan divê em li her qadê bi Kurdî biaxivin."