Êrîşa li dijî Efrînê wê bibe mijara Meclîsa Federal a Elman

Di rûniştina îro ya Meclîsa Federal a Elman de wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê werin nirxandin.

Êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê bi daxwaz û serlêdana Partiya Çep a Elman wê îro li meclîsa federal were nirxandin. Rûniştina li ser mijarê wê di beşa "dema rojane" ya îro de pêk were û saet 14:10'an dest pê bike.

Rûniştin li ser daxwaza Partiya Çep bi sernavê "Di dema hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina herêma Efrînê ya Bakurê Sûriyeyê de, helwesta hikumeta federal li ser bikaranîna panzerên Elman" tê lidarxistin.

Di vê rûniştinê de wekîlên Partiya Çep wê destpêkê li ser êrîşên li dijî Efrînê û berxwedana gelê herêmê vebêjin. Piştre wekîlên ji partiyên li meclîsê komên wan hene; Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU), Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan, Partiya Demokratên Azad (FDP) û Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) biaxivin.

Rûniştin wê saetekê dewam bike û tê payin ku rayedarên hikumeta federal a bi pêşengiya Serokwezîr Merkel, li ser mijarê nirxandinekê bikin.