Êrîş û dorpêça li Meydana Galatasarayê didome

Polîsên Tirk êrîşê dibine ser kesên ku ji bo Çalakiya Dayikên Şemiyê hatin cem hev. Polîs bi fermana Suleyman Soylu êrîş birin ser çalakgeran û qad dorpêç kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirk çalakiya heftiya 700’î ya Dayikên Şemiyê ya li Meydana Galatasarayê qedexe kir. Polîsan êrîş birin ser çalakgerên ku dixwestin bikevin meydanê û 11 kes destgîr kirin.

Piştî êrîşê xizmên nebediyan li Kolana Îstîklalê hatin cem hev. Gelek kes, ku di nav wan de parlamenterên HDP’ê Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr û parlamentere CHP’ê Alî Şeker jî hebûn, xwestin ku bikevin Meydana Galatasarayê.

Êrîşa polîsan didome.

Polîsan bi TOMA’yan pêşiya Meydanê girtin û nehiştin ku girse bikeve meydanê. Komeke ku di nav wan de parlamenter jî hebûn, li ber TOMA’yan ketin destê hev. Piştre polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîş birin. Ên di nav komê de bi gazê êşiyan, gelek kes li vir bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Piştî êrîşê koma çalakger berê xwe dana kafeya Hazro Polo ya li Kolana Îstîklalê. Li vir jî  polîsan êrîş anî û kursî û têkberên kafeyê şikandin.

XIZMÊN NEBEDIYAN: EM VENAGERIN

Yek ji xizma nebediyan, dayika Murat Yidiz Hanîfe Yildiz got, ‘’Em ê bimirin lê em venagerin. Kujerno! Hûn çi ji van mirovan dixwazin’’.

TANRIKULU: BI FERMANA SOYLU YE

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê ku bi telefonê li Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu geriyayî, got, çalakî rasterast bi fermana Soylu hatiye qedexekirin.

Polîsan bi 12 otobês û gelek TOMA’yan Meydana  Galatasarayê dorpêç kiriye.