Êrîş birin ser Navenda Giştî ya DEM Partiyê
Navenda Giştî ya DEM Partiyê nîvê şevê rastî êrîşekê hat.
Navenda Giştî ya DEM Partiyê nîvê şevê rastî êrîşekê hat.
Nîvê şevê êrîş li ser avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) hate kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişî ev daxuyanî da: "Nîvê şevê êrişî Navenda me ya Giştî ya DEM Partiyê ya li Balgat a yek ji semtên herî qelebalix ên Enqereyê ye û navenda gelek partiyên siyasî lê ye hate kirin. Weke ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û cam hatine şikandin, hewl dane ku tabelaya me daxînin. Em bi bîr bînin ku ev feraseta reben a dixwaze provokasyonan bike, nikare me bitirsîne û rawestîne. Em bang li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dikin ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire û êrişkaran tespît bike."