Êlek Zeran serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin

Serdanên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê didomin. Li Parîsê komek ji Êlek Zeran serdana çalakiyê kir.

Li Berlînê Mele Mûstafa Tûzak 99 roj in, Şiyar Xelîl 86 roj in, Omer Bagdûr û Cemal Kobanî 83 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê ku beriya niha li bajarên cuda dihate kirin, 24 roj in li Berlînê pêk tê. Çalakgerên greva birçîbûnê û kesên hatin serdana wan li Komeleya Kurd a li Berlînê li hev civiyan û qala girîngiya grevên birçîbûnê kirin û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikên Kurd.

Hevserokê Meclîsa Gel a Berlînê Erhan Firat, bêdengiya dewlet û saziyên Ewropayê li pêşberî grevên birçîbûnê şermezar kir û got, "Ji ber vê yekê divê gelê me bi xurtî rabe ser piyan."

Kesên ji Bochumê hatin serdana çalakgeran xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin. Ji berxwedêran Omer Bagdûr jî diyar kir, nerazîbûna tê nîşandan têrker nîne.

Bagdûr got, "Em ji her kesî dixwazin ku xwe weke malbatên me bibînin û me jî weke zarokên xwe bibînin." Bagdûr got, "Divê gelê me ji xwe bawer be ku wê bi ser bikeve."

Çalakger Mûstafa Tûzak jî got, "Divê em êşên xwe parve bikin û dawî li vê bêdengiyê bînin. Me hemûyan dît bê dijmin, polîsên Tirk ên faşîst çawa êrîşî dayikên me kirin. Kîjan wijdan dikare li ber vê bêdeng be. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin."

LI PARÎSÊ ÊLEK ZERAN SERDANA ÇALAKIYÊ KIRIN

Li Parîsê endamê AvEG-Konê H. Ozkan Ozdemîr 21 roj in di greva birçîbûnê de ye. Komek ji Êlek Zeran ji Orleanê serdana Ozkan Ozdemîr kir.

Komê êlekekî bi nivîsa "Nabe ku berxwedan ji sibe re bê hiştin. Berxwedan a niha" diyarî Ozdemîr kir ku ev nivîs gotina Lucie Aubac e, ku sembola berxwedana sala 1940'î ya li dijî Naziyan e.

H. Ozkan Ozdemîr her wiha roja Şemiyê li taxa Drancy a Parîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd panelek da.

Ozdemîr diyar kir, berxwedana greva birçîbûnê çalakiyeke dîrokî ye û ji nava dîrokê hin mînak da.

Ozdemîr bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û diyar kir, yên di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser ketin HDP û gelê Kurd e. Ozdemîr destnîşan kir, afirînerên serketina li dijî DAÎŞ'ê, Leyla Guven û berxwedana bi pêşengiya wê ye.

Ozdemîr êrîşên faşîst ên li dijî dayikên Kurd ên li ber zindana Gebzeyê bi bîr xist û destnîşan kir, ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne.

Ozdemîr got, "Em ê bi hêza xwe piştrast bin, em ê bi hêza gelê Kurd piştrast bin, em ê bi hêza sosyalîstan, antîfaşîstan û pêşverûyên Tirkiyeyê piştrast bin."