Çîroka 'Bijî Serok Apo'

'Bijî Serok Apo' li her devera ku Kurd lê dijîn; li qada serhildanê, li çalakiyên gerîla, li Newrozan, li wan kêliyên ku şehîd têne veşartin û li dezgehên êşkenceyê bû peymana ku bang li azadiyê dike. Ev dirûşm cara pêşî li kû derê û kengî hat bihîstin?

Mehên havîna 1984'an...Li Kurdistanê çend gerîla, dema ku ji bo bi ser Dihê û Şemzînanê de bigirin haziriyên xwe dikirin, li Ewropayê komên welatparêz ku tevde hezar kes nebûn ên ku li dora têkoşîna azadiyê komî ser hev bûbû, biryar li ser çalakiyekê ya bi navê ''Meşa Dirêj'' kirin.

24'ê Nîsana 1984'an, armanca meşê ya ku plansaziya wê hatibûn kirin ew bû ku ji Hannoverê û Hanauyê bimeşiyan, bigihiştana paytexta wê demê Bonnê û dengê qêrîna Kurdistanê bigihanandna raya giştî. Baskê Hannoverê wê 418 km, baskê Hanauyê jî 280 km wê bimeşiya. Sembola berxwedana Cizîrê Binavş Agal, kedkarê rojnameya Serxwebê û damezirandêrê Ozgur Polîtîkayê Enver Polat û Raûf Akbay û Vahdettîn Kitay jî di nav meşê de bûn.

Ew girseya biçûk a PKK'ê ya li Ewropayê, dixwestin yek ji qedroyê pêşeng ê PKK'ê Mehmet Karasûngur û hevrêyê wî Ibrahîm Bîlgîn ku li Başûrê Kurdistanê bi komloyekê hatibûne qetilkirin bi bîr bîanîna. Herdu baskên meşê 10'ê Gulana 1984'an li Bonnê gihaştin hev, roja dî li meydana Markplatzê ya bajêr bi girseyeke ku hijmara wê ji 500 kesî derbas dikir, bi tevlêbûna 130 meşvan mitîngek hate kirin.

11'ê GULANA 1984'AN

11'ê Gulana 1984'an, ji bo çalakgerên ku 16 rojan bênavbet meşiyan, li Kolnê ji hêla hunermendên Kurd ên wê demê ku pir ji wan dihate hezkirin Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Serdar û Hozan Zozan ve şeveke piştevaniyê hate lidarxistin. Ji bo vê jî Komeleya Hunermendên Welatparêz ên Kurdistanê (HUNERKOM) hêwana Zanîngeha Kolnê girt. Hêwana ku li rêza herî pêş meşvan rûniştibûn tije bûbû. Rojnameya Serxwebûnê di hijmara Hezîrana 1994'an de wiha behsa wê şevê dikir:

''Di şevê de, ku ji ozanên gel Mizgîn, Sefkan, Serdar, Zozan, Çiya û Koma Berxwedan bi stranên şoreşger ên berxwedanê û ekîbên folklorê yên Hunerkom-Celle, Frankfurt, Stûttgartê hazir bûn, girseyê navê berxwedanê û rêbertiya wê li ser piyan bi bîr anîn û bi deqeyan li çepikand dan.  Li hêwanê ya ku bi dirûşmeyên Bijî Partiya Karkarên Kurdistan, Bijî Serok Apo olan dida, coşiya destpêka têkoşîneke germ, asta têkoşîna me ya rizgariya netewî ya li welatê me û derve dihate slavkirin.''

Gotinên Seyidxan.

Wê şevê cara pêşî girseya PKK'ê dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi dirûşmeya ''Bijî Serokê me Apo'' anîbû ser zimên . Ji hunermendên ku li wê şevê hazir bûn Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan û Hozan Çiya jî, di salên pêş ên têkoşînê de, di demên cihê de, li eniyên cihê, her yek jê bi rengê gerîlayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest bidana.

Yek ji hunermendê ku wê şevê hazir Seyîdxan bû. Seyîdan wiha behs kir cara pêşî ew dirûşma ji bo Ocalan çawa derkete holê: ''Di kêliyeke wiha de ku li hêwanê coşî pir zêde bûbû posterekî Serok Apo ku hunermendên HUNERKOM'ê bi boyaxa birûn çêkirin anîn ser dikê. Li hêwanê hê jî hinan wêneyê wî nedîtibûn. Poster dema ku bi çekik û lîlandinan gihaşte nîvê dikê, yek ji hevalên ku li rex dikê bi rengê,''Bijî Serokê me Apo'' qêriya. Piştre her kes rabû ser piyan û bi deqeyan ev dirûşm got.''

Cara pêşî wê şevê

Li gel Seyidxan berpirsê meşa baskê Hannover-Bonnê Mehmet Demir jî got dirûşma, ''Bijî Serokê me Apo'' cara pêşî wê şevê hatiye gotin. Heta wê şevê girseya biçûk a PKK'ê dirûşmên ''Bijî PKK'ê û bi navên berxwedêrên zindana Amedê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û M. Xeyrî Durmûş dirûşma, ''Mazlûm, Kemal, Xeyrî li ser rêya şerê gel ber bi pêş ve'' dihate gotin, ji niha û pê de ''Bijî Serokê me Apo'' jî li wan zêde bûbû, ku piştre wê bihate kurkirin û bihate gotin, ''Bijî Serok Apo''.
 
Ocalan ji bo dirûşmê çi gotibû?

Dirûşm ber bi dawiya salÊn 1980'yî li gel Ewropa û Rojava li bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê pêl bi pêl belav bû. Êdî ''Bijî Serpo Apo'' ji 7 saliyan heta bi 70 salî di devê her kesî de bû. 

Medyaya Tirk û cîhanê ev dirûşma ku bi têkoşîina PKK'êr re bûbû yek encex Adara 1990'î li rojên serhildanê yên ku li Nisêbîn, Cizîr û Amedê dest pê kirî, dît. Wê demê nûçegihanên biyan ku serdana Akademiya Mahsûm Korkmaz kirin raza wê dirûşmê meraq dikirin. 1991'ê, li ser pirsa nûçegihanekî, ''Kurd ji bo we dirûşma 'Bijî Serok Apo' dibêje. Hûn pê dizanin bê ka ev dirûşm li kûderê û kengî ji bo we hatiye gotin?', Abdullah Ocalan ev bersiv da:

''Bi rastî ez jî pê nizanim bê ka li kûderê û kengî hatiye gotin. Valahiyeke mezin rêbertiyê ya gel hebû. Her ku li gorî bêrîkirina wan her ku kar hate kirin, ji daxwazên wan re bûne bersiv meseleya Serok Apo derkete holê. Kengî û kê da destpêkirin nizanim. Lê rastiyeke heye ku gelê Kurd wiha bi hêsanî rêbertî nas nake. Gelekî wiha ye ku pir zor rêbertî nas dike. Ji ber ku pir îxanet li wan hatiye kirin. Ji ber vê bi salan em pîvan, fesilandin. Her ku têkoşîneke herî esîl a li dijî dijminê xwe , têkoşîneke têkneçûyî di berpirsyariya me de dît, îro dilsoziya weke çemekî ya bi milyonan geş bû.''