ÇHD: Rîska jiyanî ya Unsal û Tîmtîk zêde dibe

Komeleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) bertek nîşan dan ku bi rûxmê rapora ATK bernedana Ayteç Unsal û Ebrû Tîmtîk ên di rojiya mirinê de ne û diyarkirin ku rîska jiyanî ya herdû parêzeran zêde bûye.

Saziya Tiba Edlî (ATK) ê di derbarê parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk ên bi daxwaza “lêpirsîna adilane” di rojiya mirinê de, rapora ku hefteyekê “li girtîgehê namînin” dan. Bi rûxmê vê raporê jî dadgehê tehliyekirina herdû parêzeran red kir.

ÇHD’ê di daxuyaniya xwe ya bi rêya medya civakî parvekirî de wiha diyar kir; “Ebrû û Aytaç ên ku di girtîgehan de pêwîstiyên xwe yên hîjyen û pêwîstiyên xerçkirinê av, şekir, xwê û hwd. bi alîkariya hevalên xwe yên qawûşê pêk dianîn, ev 24 saet in tenê ne. Tenêhiştin riska jiyanê zêde dike. Ebrû û Aytaç ên di şert û mercên girtîgehê de pêwîstiyên xwe yên rojane bi alîkariya hevalên xwe yên qawûşê bi cîh dianîn û bi rûxmê Saziya Tiba Edlî rapora “ji ber sedemên tendirustiyê nikarin di girtîgehê de bimînin”, ev 24 seate li nexweşxaneya ku rakirînê tena serê xwe tên ragirtin. Li ser rewşa tendirustiya Ebrû û Aytaç agahiyên me yên zelal nîne. Rê nadin ku bi malbat û parêzerên wan re hevdîtin were kirin”